Monday, April 26, 2010

Li Îranê xebata sivîl bo Kurdan ji neteweyên din qedexetir e

Çalakvanên sivîl ên Kurd li Îranê: Niha cezayê lidarvekirinê bi ser 21 çalakvanên sivîl ên Kurd hatiye sepandin
Azad Kurdî
Beşek ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji dêlva ku tevlî xebata qedexekirî ya partiyên Rojhilatê Kurdistanê bin, rêya xebata sivîl hildibijêrin, lê Komara Îslamî ya Îranê rê nade wan û zêde zextê ji wan re tîne, lewra çalakvanên sivîl jî neçar dibin Îranê cîh bihêlin.
Endama Komîta Navendî ya PDKÎ Nahîd Husênî, diyar dike, partiyên siyasî û xelkê wî welatî bi giştî û bi taybet Kurdistanê hewl didin bi riya xebata sivîl û aştîxwazane berevaniyê ji mafên xwe bikin, lê Îranê bersiva xebata sivîl û aştîxwazane ya Kurdan bi tûndûtûjiyê dide. Kurd herdem alîgirê aştiyê û çareserkirina pirsa Kurd bi rêya siyasî û gotûbêjê bûne.
Di heftemîn civîna Konseya Mafê Mirovan a ser bi Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de li Jenevê, derbarê binpêkirina mafên sivîl ên welatiyan li Îranê, karbidestên Îranê bi dijwarî hatin rexnekirin. Lê berpirsê karûbarê siyasî li Wezareta Navxwe ya Îranê Mehmûd Ebaszade, ku di wê civînê de beşdar bû, ragehand di salê de zêdeyî 5 hezar meş û xwepêşandan di wî welatî de tên lidarxistin û 250 partiyên qanûnî jî li Îranê hene.
Çalakvanê sivîl û endamê Civata Bajarê Qurwe ser bi parêzgeha Sine, Arif Nadirî da zanîn: “Xebata sivîl li Rojhilatê Kurdistanê di dema borî de, gelek berhem hebûye, wek weşandina dehan kovar û çapemeniyên xwendekarî, heftenameyên Kurdî, avabûna civatên çandî, rêxistinên ne dewletî ango NGO serbixwe, heta damezrandina rêxistinên parêzerên mafê mirovan, girevgirtinên giştî û girseyî, girev li pêşberî dadgeha bajarê Sine û zanîngehan û wd... wêna jî bû sedema ku tirsa desthilatê li ser Rojhilatê Kurdistanê bê şikandin.”
Bi baweriya wî çalakvanê sivîl yê Kurd, Komara Îslamî ya Îranê berdewam hewlê dide xebata sivîl ji nav bibe û eşkere kir: “Hikûmeta Îranê çalakvanên sivîl neçar dike welat bicîh bihêlin, ji ber ku mana wan li hundirê welat bandora erênî dike ser xurtbûn û girseyîbûna xebata sivîl û hişyarkirina xelkê.”
Çalakvanê sivîl yê Kurd Aso Salih, ku heyamekê di girtîgehên Îranê de bûye û ji ber guşarên Komara Îslamî ya Îranê, dû sal dibe Rojhilatê Kurdistanê cîh hiştiye û niha li welatê Swêdê niştecih e, diyar kir: “Îran li dijî hemû wan çalakiyên sivîl e ku li derveyî desthilata wê tên meşandin, ev yek dibe sedem ku çalakvanên derveyî desthilatê neçar bin welat bicîh bihêlin.” Aso Salih herwiha da xwiyakirin: “Piraniya çalakvanên sivîl yan ciwan an xwendekar in. Di pêşerojê de tu karek ji wan re nayê dan, yan nahêlin ku xwendina bilind bidomînin û derfetên xwendina bilind ji çalakvanên sivîl re aseng dikin.”
Bi nerîna Aso Salih, ji herêmên din bêhtir dijberiya çalakvanên sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê tê kirin û nerîna xwe wiha ziman: “Niha hikûmeta Îranê cezayê lidarvekirinê bi ser 21 çalakvanên sivîl ên Kurd sepandiye.”
Gelek çavdêrên siyasî bawer in, guşar û tundûtûjiyên dewleta Îranê beramberî çalakvanên sivîl ên hundirê Rojhilatê Kurdistanê zêde bi wê sedemê ye ku wê xebata sivîl ber bi xebata çekdarî û tundûtûjiyê bê kişandin, ew di demekê de ye ku partiyên çekdar jî ragehandine ku eger rê bi xebata sivîl û siyasî were dan, ew amade ne bi tevahî dev ji çekan berdin.
Mensur Mirwetî yê 34 salî, çalakvanekî sivîl yê bajarê Dêwlan yê Rojhilatê Kurdistanê, ku demek dibe Rojhilatê Kurdistanê cîh hiştiye, wiha diyar dike: “Di serdemê Mihemed Xatemî de heta radeyekê atmusfera siyasî hat vekirin û çalakvanên sivîl ên Kurd fêdeyên baş ji wê rewşê standin, bi taybet bi avakirina navendên rewşenbîrî, çandî, wêjeyî û civakî, Kurdan sûdek baş jê wê derfetê wergirtin. Lê piştî ku Ehmedînejad hat ser desthilatê, zext û guşara ewlekarî û siyasî bo ser çalakvanên sivîl ên seranserê Kurdistanê û bi taybet Kurdan destpê kir û heta îro jî dom dike.”
Li gor Mensur Mirwetî, Îran çalakvanên sivîl neçar dike ji welat nemînin û eşkere kir: “Îran dixwaze bi vê riyê bandora wan li ser civaka Kurdistanê kêm bike, lewra zext û guşara zêde ji wan re tîne da ku welat cîh bihêlin.”

No comments: