Thursday, April 15, 2010

Çalakvanên Sivîl Rojhilatê Kurdistanê Vala Dikin

Dengê Azad: Piştî ku hikûmeta Ehmedînejad li Îranê desthilat bi dest girt, pêvajoya girtin, binçavkirin, îşkence, kuştina çalakvanên siyasî, civakî, sivîl û mafê mirovan li hemû Îranê, bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê xurttir meşiya û sal bi salê Kurdistan ji bijarte û çalakvanên sivîl û siyasî û civakî tê valakirin.



Li gor rewşa siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê, derketina her çalakvaneke/î siyasî, civakî, çandî û sivîl nirx û buhayeke mezin e ku ji civaka Kurdistanê dide û emê zêde zirarê bibînin. Ji aliyekê dewlet jî gelek zextê tîne û astengan pêk tîne da ku li hundirê civakê çalakiyên wan tunebin.


Nûçeya derketina berpirsê saziya ne dewletî ya Tenîn li bajarê Qurwe, Mehmûd Şafiî têra xwe bo min nexweş û dilşewat bû. Ji ber ku Mehmûd Şafiî xwendekarekî çalak di warê civakî û çandî de bû. Mehmûd ji ber zext û givaşên zêde û berfireh ên Îdara Ewlekariya Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Qurwe, ser bi parêzgeha Kurdistanê neçar ma terka welat bike. Li dijî Mehmûd Şafiî çend doz di Dadgeha Şoreşa bajarê Sine û Dozegeriya Qurwe hatibûn vekirin. Berê jî navbirî bi tometa kiryar li dijî ewlekariya neteweyî bi şeş meh cezayê girtîgehê ji aliyê Dadgeha Şoreş a bajarê Sine hatibû mehkûmkirin.
Beriya Mehmûd Şafiî, çalakvanê sivîl û mafê mirovan yê Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Qurwe, Arif Nadirî berpirsê wê saziya ne dewletî bû. Lê ew jî neçar mabû ji Rojhilatê Kurdistanê bireve.
Di doma desthilatdariya Ehmedînejad de, çendîn endamên rêvebir û xebatkarê saziya ne dewletî ya Tenîn li bajarê Qurwê rastî cezayên girtîgehê, bêparkirin ji mafên sivîl, siyasî û çandî hatine kirin. Wek hemû çalakvanên siyasî, sivîl û civakî yên din li Rojhilatê Kurdistanê, xebatkarên NGOya Tenînê jî berdewam di bin gefên hêzên ewlekariyê de bûne.
Beşek ji xebatkarên saziya Tenîna a bajarê Qurwe ev in:

Arif Nadirî, Mikayîl Emînî, Zahid Mehmûdzade, Farûq Sultanî, Suhrab Kerîmî, Talib Mîrzayî, Hebîbilah Rencber, Şêrko Xalid, Xalid Kakyî, Xatûn Hebîbî, Keremelî Keremî û Xelîl Seyî Lale. Her yek ji wan rastî çend sal cezayên girtîgehê û girtin, îşkence, bêpakirina ji mafên sivîl, siyasî û wd... hatine kirin. Beşek ji wan neçar mane wek çarenûsa dehan çalakvanên din ên Rojhilatê Kurdistanê ji welat birevin û jiyana xwe rizgar bikin, lê di derbideriyê de dilê wan herdem bo welat lêxe.
Ger ev pêvajo wiha bimeşe û di encama siyasetên dewleta Îranê de, Rojhilatê Kurdistanê ji çalakvanên sivîl, çandî, siyasî û civakî vala dibe. Ez gelek nigeranê vê rewê me...

No comments: