Thursday, June 3, 2010

Çarenûsa du xwendekarên Kurd ne diyare

Dengê Azad: Du xwendekarên Kurd ên Zanîngeha bajarê Tehranê wunda ne û tu agahî derbarê çarenûsa wan nayê zanîn. Tenduristiya girtiyê siyasî yê Kurd Hebîbula Gulperîpur piştî greva birçîbûnê gelek xerab bûye û jiyana wî di metirsiyê de ye.

Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan li Îranê ragehand, du xwendekarên Kurd ên Zanîngeha bajarê Tehranê bi navên Emced (Hejîr) Kurdnejad û Cemal Rehmetî wunda ne. Çavkanî dide zanîn, guman tê kirin ev du xwendekarên kolêja zanistên civakî ya Zanîngeha Tehranê ji aliyê navendên ewlekarî yên Komara Îslamî ya Îranê hatibin windakirin.
Tu agahî derbarê çarenûsa wan du xwendekarên Kurd nayê zanîn. Hê Polîsê Ewlekarî û Wezareta Ewlekarî ya Komara Îslamî piştrast nekiriye ku ew du xwendekar binçav kirine. Malbatên wan jî tu agahî derbarê çarenûsa wan tune û di peywendiyekê de ligel Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan li Îranê nigeraniya xwe ji çarenûsa zarokên xwe dane xuyakirin.

Hêjayî gotinê ye, Emced Kurdnejad ku yek ji çalakvanên sivîl û xwendekarî ye, bihara sala borî jî hatibû binçavkirin û bi 2 sal cezayê girtîgehê hatibû mehkûmkirin.
Piştî greva birçîbûnê jiyana girtiyê siyasî yê Kurd Hebîbula Gilperîpur di metirsiyê de ye
Herwiha hat zanîn, tenduristiya girtiyê siyasî yê Kurd Hebîbula Gulperîpur ku ji aliyê Dadgeha Şoreş a bajarê Mehabad bi cezayê darvekirinê hatiye mehkûmkirin, pir xerab e.
Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan li Îranê da zanîn, Dozgerê dosya çalakvanê sivîl yê Kurd Gulperîpûr gef jê xwaribû ku ger greva birçîbûnê neqedîne, dê bê darvekirin. Navbirî piştî gefa Dozger wiha bersiv dide: "Ez dizanim dê herî zû bêm darvekirin, lewra ezê bi îrada xwe dawî li jiyana xwe bînim û karekê dikim ku piştî mirina min jî tenê rûreşî ji we re bimîne.

Gulperîpur bo xuyakirina nerazîbûnê li bermaberî biryara darvekirina xwe û astengên ku di hundirê girtîgehê jê re tên pêkanîn û herwiha rewşa nebaş a Girtîgeha Mehabadê ji çarşem a hefteya borî greva birçîbûnê lidarxistibû. Lê ji ber rewşa nebaş a tenduristiya wî, dev ji greva birçîbûnê berdaye. Li gor agahiyên çalakvanên mafê mirovan li Rojhilatê Kurdistanê, jiyana Gulperîpûr di metirsiyê de ye û piştî greva birçîbûnê bi tevahî bêhiş ketiye.
Rûdawnet

No comments: