Saturday, June 5, 2010

Rojhilatê Kurdistanê Pêşengê Xebata Sivîl

Azad Kurdî
Girev û mangirtinên giştî yên nerazîbûna sivîl û aştîxwazane li bajarên Rojhilatê Kurdistanê di deh salên borî de bala hemû azadîxwaz, çalakvan û saziyên mafê mirovan û alîgirên xebata demokratîk û sivîl li Îran û Rojhilata Navîn û heta asta navnetewî jî ber bi aliyê xwe kişandiye.

Di salên borî de li dehan hilkevt û boneyên taybet de gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên cuda yên sivîl û aştîxwazane lidarxistine û bi vê rêyê nerazîbûna xwe bi awayekî demokratîk nîşan daye. Sedema sereke jî ew e ku di sîstemeke îdeolojîk û dîktatorî wek Komara Îslamî ya Îranê de, rêya herî baş a xebat û berxwedan li hemberî desthilatê xebata sivîl û nerazîbûnên giştî yên medenî û aştîxwazane ye. Ji ber ku nirx û bedelên wê xebatê kêmtir in, lewra gelê Kurd û partî û saziyên siyasî û civakî li Rojhilatê Kurdistanê wek rêbazeke nû û bibandor a xebatê dihesibînin.

Di 31 salên borî de bersiva hemû meş, çalakî û xwepêşandaneke sivîl û nerazîbûnên giştî yên xelkê ji aliyê Komara Îslamî bi girtin, îşkence, girtîgeh, darvekirin û… rûbirû bûye. Lê dema çalakiyên sivîl û aştîxwazane giştî û berfireh bin, radeya serkutkirinê tê xwar û dezgeh û sazî û çekdarên hikûmetê jî nikarin beramberî vîn û îrada demokrasîxwazî û mafxwazî ya gelên Îranê bisekine.

Di vê derbarê de Kurdistanê karnameyeke rengîn û serkevtî heye. Ji ber ku Kurd û Kurdistana Îranê herdem pêşeng û çepera çalakiyên sivîl û siyasî bûye, loma niha xebat û çalakiyîn sivîl bi vî awayî bersiv didin û wek destkevtek demokratîk proseya yekgirtin û yekîtiya netewa Kurd bihêztir dike.

Herçiqas heta niha grevên giştî yên nerazîbûnê bi awayekî sîstematîk li Rojhilatê Kurdistanê nehatine cîhgirkirin, lê azmûna 10 salên borî ya lidarxistina çalakiyên sivîl ên nerazîbûnê car bi car ew şêwazê ji xebatê pêşde biriye. Heta niha çalakiyên sivîl ên giştî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê li ser daxwaz û bangewaza partî û saziyên siyasî û sivîl hatine li darxistin.

Derket holê ku car bi car pêşketin di vî warî de ê dibin. Mînaka berçav di vê derbarê de greva giştî ya bajarên Rojhilatê Kurdistanê li çend salên borî di salvegera terorkirina rêberê navdar yê Kurd Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî bû ku bi destê dîplomatên Komara Îslamî li sala 1989an hatin şehîdkirin. Xelkê bajarên Kurdistanê bo şermezarkirina Komara Îslamî ya Îranê derheq terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî di salên borî de çalakiyên cuda lidarxistine. Lê çalakiya sala borî bi wê hilkevtê ji hemû salên berê berfirehtir û berçavtir hat meşandin.

Lê greva giştî ya bajarên Rojhilatê Kurdistanê li pey darvekirina 5 girtiyên siyasî li Îranê di roja 9’ê Gulana 2010’an de, ku 4 jê Kurd bûn, xebata sivîl a Kurdan ber bi pêvajoyeke nû bir. Gelek sedem li pişt çalakiya 13ê Gulanê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bûn; li yên herî giring ev in:

Hişyariya gelê Kurd û sernetewandin li hemberî zilm û zordariya Komara Îslamî û hest bi berpirsyarîkirina gel di hilkevt û pirsên çarenivîssaz de.

Bûyera darvekirina 4 girtiyên siyasî yên Kurd û ew kiryara dijî mirovane ya rayedarên Komara Îslamî wijdana hemû azadîxwazên Kurd hejand, loma mangirtina giştî û daxistina dikan û bazaran û neçûn bo ser îdare, xwendinegh û cihên karkirinê dijkiryara herî kêm ya gel bû ku hat nîşandan.

Çalakî hem ji aliyê rojnamevan û çalakvanên siyasî û sivîl li hundirê Rojhilatê Kurdistanê û hem ji aliyê hemû partiyên siyasî yên Kurd bihev re hat organîzekirin. Yekdengî û yekhelwêstiya partiyên siyasî di vê hilkevtê de bo cara yekemîn gelek berçav bû. Bi vê gava yekgirtî û hevahengkirî derket holê ku bi yekîtî û hevxebatî û yekhelwêstiya partiyên siyasî û gel dikare destkevt û serkevtinên ji wêya mezintir jî bên tomarkirin.

Greva giştî ya 13ê Gulanê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê di dem û rewşekê de hat lidarxistin ku li rojên berî û piştî darvekirina Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Şîrîn Elem Hûlî, Elî heyderiyan û Mehdî Îslamiyan hemû bajar û bajarokên Kurdistana Îranê hatibûn mîlîtarîzekirin. Hezaran çekdar û hêzên taybet bo pêşîgirtina nerazîbûn û xwenîşandana şandibûn Kurdistanê. Hêzên ewlekarî û leşkerî yên Komara Îslamî gef ji dikandar û xelkê dikirin daku tevlî grevê nebin, lê hewlên wan hemû bê encam bûn. Giring bû ku di rewşeke wiha de gelê Kurd wiha bi wêrek û netirsane mangirtina giştî rêve birin.

Mangirtina giştî ya 13ê Gulana 2010’an ne çalakiya dawî dibe, azmûnên çend salên borî derxist holê ku roj li pey rojê çalakiyên sivîl li Rojhilatê Kurdistanê berfireh dibin. Ji ber mekanîzmên serkut û qirkirinê ji aliyê Komara Îslamî ew rêya herî baş a xebatê ye.

Di 31 salên borî de Kurdistan herdem pêşengê xebata siyasî û azadîxwaziyê bûye, niha di xebata sivîl û aştîxwazane de jî Kurd li asta Îranê bûne pêşeng. Lê hê rêyek dirêj li pêşberî gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û partiyên siyasî, saziyên sivîl û çalakvanên siyasî û sivîl heye da ku standardên xebata sivîl û aştîxwazane bên meşandin. Divê xalên lawaz ên azmûnên berê bên bihêzkirin û xalên bihêz jî werin xurttirkirin. Eve jî erkê hemû aliyekê ye.

Not: Ev nivîsar di hejmara 136 ya Agirî de hatiye belavkirin.

No comments: