Sunday, June 6, 2010

Topbarankirina navçeyên ser sînor ên Herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê ve berdewam e

Dengê Azad - Rûdaw: Zêdeyî mehekê ye topbarankirina navçeyên ser sînor ên Herêma Kurdistanê ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve berdewam e. Hêzên Komara Îslamî ya Îranê di rojên borî de carek din navçeyên sînor topbaran kirin û di encam de keçeke 14 salî jiyana xwe ji dest da û keçeke din jî birîndar bû.

 
Topxaneyên Komara Îslamî ya Îranê, şeva borî Dola Baleyan ser bi Qeza Çoman topbaran kir û zerareke zêde gihand hevwelatiyên deverê. Herwiha îro destê sibehê demjimêr 8:00 dîsan Gundê Kanîreş li Dola Sekrayetî û Ênzê topbaran kirin û di encam de keçeke bi navê Besoz Cebar Axa (14) jiyana xwe ji dest da û keçeke din bi navê Xurbet Qadir jî birîndar bû.

Di vê derbarê de Qeymeqamê Çoman Ebdulwahid Gwanî agahî dan û got: ‘’Şeva borî hêzên Komara Îslamî ya Îranê Dola Baleyan ser bi Çoman topbaran kir. Îro demjimêr 8:00 jî careke din Gundê Kanîreş li Dola Sekrayetî û Ênzê topbaran kirin. Di wê topbaranê de xwîşkek bi navê Besoz Cebar Axa (14) jiyana xwe ji dest da û keçeke din jî bi navê Xurbet Qadir birîndar bû.’’

 
Gwanî dûpat kir ku ew navçeyên tên topbaran kirin xelkên sivîl, cotkar û ajeldar lê dijîn û domand: ‘’Gule topên hêzên Îranê zêdeyî 2 kîlometre ketine nav axa Herêma Kurdistanê. Li gor lêkolînên Hêzên Parastina Sînor, ew cihên hatine topbarankirin, hemû sivîl li wan dijîn û tu peywendiyeke wan bi meselên serbazî ve tune. Xelkên li wan deveran dijîn hemû cotkar, hejar û ajeldar in, ji bo debara xwe havînan diçin wan navçeyan û karê wan pez xwedîkirin û kiştûkalî ye.’’

 
Di berdewamiya axaftina xwe de Qeymeqamê Çoman Ebdulwahid Gwanî, ragehand ku zerar û ziyaneke zêde ya meddî, manewî, canî û derûnî gihaye hevwelatiyên navçeyê û axaftina xwe wihga qedand: ‘’Di van topbaranan de bê guman zerareke mezin gihaye hevwelatiyan. Herwiha piştî topbaranê Tîmê Pizîşkî yê Çoman û Hêzên Asayişa Navxwe bi mebesta hevkarî û veguhestina birînadaran bo nexweşxaneyan yekser gihan cihê topbaranê û erkên xwe bicîh anîn.’’

 
Leşkerên Îranê Bi Çekên Giran Sînorê Herêmê Bezandin
Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cebar Yawer, ragehand ku zêdeyî 30 leşkerên Îranê bi çekên giran hatine nav axa Herêma Kurdistanê. Serbazên Îranê Li Nav Axa Herêma Kurdistanê Bicîh Dibin

 
Cebar Yawer wiha axifî: ‘’Di hundirê dû rojên borî de hêzeke Artêşa Îranê ku jimara wan ji 30 leşkeran zêdetir bû bi kurahiya dû kîlometir û berfirehiya 3 km di navçeya Hacî Omeran re hatine nav axa herêmê û çekên giran bi wan re bûn.’’

Herwiha Berdevkê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer da zanîn ku ji bo peydeçûna wê meselê nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehran hatiye rasipardin da ligel berpirsên Îranê biaxife.

 
Ew hêzên serbazî yên Komara Îslamî ya Îranê ku hatine nav axa Herêma Kurdistanê niha cih ji xwe re çêdikin û nêta wan tune paşde vegerin. Herwiha ev dû roj dibe li navçeya Hacî Umeran topbarankirin rawestiya ye.

No comments: