Monday, June 28, 2010

Daxistina Dikanan Ji Rojhilatê Kurdistanê Dighe Tehranê

Azad Kurdî

Dengê Azad- Rûdaw: Daxistina dikan û bazaran wek şêwazekî nerazîbûnê niha bûye metodeke xebata sivîl li Rojhilatê Kurdistanê û hêdî hêdî ber bi bajarên Îranê jî tê veguhastin. Komara Îslamî ya Îranê jî bi daxistina dikanan (plompkirin) wan dikandaran ceza dike. Dikandarekî Sineyî dibêje: "Li kudera cîhanê daxistina dikan û bazaran tawan e?" Li gor parêzerekî Kurd jî: "Plompkirina dikanan bi hinceta daxistina dikanê di rojeke diyarkirî de ne qanûnî ye."

Di çend salên borî de, di çendîn helkevtên cuda de li bajarên Rojhilatê Kurdistanê dikan û bazar bi kom hatin daxistin. Di 10 salên borî de, Kurdên Rojhilat çend awayên sivîl bo nerazîbûnê beramberî Komara Îslamî ya Îranê pêşan dane ku daxistina dikan û bazaran şêwazê herî berçav bûye. Mangirtina 13ê Gulana îsal nimûnaka herî dawî bû.

Lê di pênc salên borî de, daniştvanên Rojhilatê Kurdistanê ew corê nerazîbûna sivîl berfirehtir kirine, bi taybetî 17ê Tîrmehê ku salvegera terorkirina Dr. Ebdulrehman Qasimlo ye, wek nîşana nerazîbûnê piraniya dikan û bazarên xwe girê didin.

Endamê Polîtburoya PDKÎ Têmûr Mistefayî, ragehand: "Di wê corê xebata sivîl de xelk herî kêm nirxê dide, gorî dibe û yekîtî û yekgirtinê di nav çîn û texên civakê de zêde dike. Ji ber di Îranê de hemû nerazîbûn û xwepêşandanekê qedexe ye û dewlet bi awayê herî dijwar xwepêşanderan qir dike, eger li Kurdistanê jî be, qirkirin dijwartir jî dibe."

Bi baweriya Dr. Mihemed Elî Tofîqî, bo gelê Kurd li rojhilat hatiye selimandin ku têkoşîna sivîl û aştîxwazane dûrî tundûtûjiyê zêde bandor heye û wiha dirêjî bi axavtina xwe da: "Ji xeynî wêya jî li Îranê rejîmek heye ku bi navê xwedê xwîna gel li ser cadeyan dirijîne, xelkê bi neheqî darve dike, loma gel şêwazeke xebatê ji xwe re hilbijartine ku bedelên herî kêm bide, mangirtina dikandaran jî van şêwazan e."

Greva bajarên Rojhilatê Kurdistanê bûye sembolek berçav bo xebata seranserê Îranê. Li gor Tofîqî: "Di Tevgera Kesk de, dema her partî û kesayetiyek niha modelekê pêşniyar dike, wek nimûne amaje dide Kurdistanê. Behsa wêya dikin ku mangirtina sivîl li Kurdistanê serkevtî bûye û dikarin bo hemû Îranê bê bikaranîn."

Bo rêgirtina wê xebata sivîl, Komara Îslamî ji ber dikandaran bi girtina dikanan nerazîbûn pêşan dane, heta demeke diyarkirî dikanên wan kesan mifte dike. Di çend rojên borî de jî, sedan dikandarên rojhilat bi taybet li Bajarê Sine, ji ber daxistina dikanan di 13ê Gulan a 2010an de, bo navendên leşkerî û ewlekarî vexwendine û soz ji wan standine ku di tu helkevteke din de dikan û bazarên xwe danexin. Têmûr Mistefayî eşkere kir, ji xeynî plompkirina dikanan û sepandina cezayê pere û gefxwarin ji dikandanên Kurd, jimareyek zêde dikandar jî hatine binçavkirin û îşkencekirin. Mistefayî zêde kir û got: "Dewlet bi vî karî tenê dixwaze dikandaran çavtirsandî bike, salên berê jî rayedarên Komara Îslamî ev kar kirin, lê dikandaran vê carê berfirehtir ketin qadê û grev lidarxistin."

S. Q ku dikandarekî bajarê Sine ye û nexwest Rûdaw navê wî eşkere bike, di vê derbarê de got: "Bêy ku sedema vê kiryarê ji me re şirove bikin û bêy wêya me sûcek kiribe, dikanên me girê didin, em jî nikarin heta wê demeke diyarkirî dikanên xwe vekin, ev karê dewletê em ecêbmayî kirine, li kuderê daxistina dikan û bazaran tawan e?" Wî dikandarê Kurd eşkere kir, piraniya dikanên ku hatine daxistin, bi kirê hatine girtin.

Parêzerê Kurd yê rûniştvanê Sine Celaledîn Fehîmî, derbarê aliyê qanûnî yê vê kiryara hêzên Îranê wiha axivî: "Wêya ne kareke yasayî ye, bi hinceta wêya ku di rojeke diyarkirî de dikandar dikana xwe daxistibe û tu xetayek pîşeyî û senfî nekiribe, nabe dikana wî bê daxistin."

Bi baweriya Dr. Tofîqî, ev guşarên dewleta Îranê nabe sedem xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji wê xebata sivîl dilsar be: "Berevajî wêya xebat berfirehtir bûye, gel jî yekgirtî bûye. Bo mînak mangirtina xelkê Rojhilatê Kurdistanê piştî darvekirina çar girtiyên siyasî yên Kurd gelek ji berê berfirehtir hat lidarxistin, bi awayekê ku hikûmeta Îranê xist nav tirs û xofeke mezin, lewra dest daye reaksyon û tevgeran."

No comments: