Monday, June 21, 2010

Li Girtîgeha Urmiyê Cîh Ji Girtiyan Re Nemaye

Parêzerê mamosteyê zanîngehê li Urmiyê Mesûd Şemsnejad: “Ji sedî 99’ê girtiyên siyasî û ji sedî 80’ê girtiyên bazirganiya bimadeyên hişber li girtîgeha Urmiyê Kurd in”



Azad Kurdî

Li Girtîgeha bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê cîh ji girtiyan re nemaye. Nûnerê Urmiyê li Parlamenê Îranê Nadir Qazîpûr, dibêje: "Jimara girtiyan li Girtîgeha Urmiyê ewqas zêde bûye ku beşek di kolanên hundirê girtîgehê de dinivin." Parêzerekî Kurd jî ragehand: "Piraniya girtiyên Girtîgeha Urmiyê Kurd in û bo azadkirina demkî ya girtiyan belgeyên aborî yên 20 hezar heta 100 hezar dolar tên danîn."

 
Derbarê vê pirsgirêkê de, Nadir Qazîpûr di civîna yeşem a hefteya borî ya Parlamena Îranê de hişyarî da Wezîrê Sad yê Komara Îslamî ya Îranê û daxwaz kir, sedemên zêdebûna jimara girtiyan di wê girtîgehê de bi cidî bê şopandin.

 
Parêzerê Kurd yê daniştvanê Urmiyê û mamosteyê zanîngehê Mesûd Şemsnejad, ligel piştrastkirina gotinên Nadir Qazîpûr, agahî dan Rûdawê: "Zêdeyî 200 girtî di zîndana Urmiyê de ne ku cezayê darvekirinê wergirtine û zêde girtiyên siyasî ne yan kesên ku ji ber bazirganîkirin bi madeyên bêhişker hatine girtin û biryara darvekirina wan jî hatiye erêkirin û li benda darvekirinê ne." Li gor Şemsnejad, piştî pêkhatina rêxistina nû ya Dezgeha Dad a Îranê û hatina Sadiq Larîcanî wek Serokê nû yê wê dezgehê, derfeta çûna demkî bo girtiyan ji bo derveyî girtîgehê hatiye kêmkirin û astengiyên zêde çêbûne: "Dema salek dibe berpirsyar bi tu awayî rê nadin girtî bi danîna belgenameyên darayî bikevin derveyî girtîgehê, ji ber ku derfet hatine astengkirin, lewra jimara girtiyan çend bermaber zêde bûye." Wî parêzerê Kurd sedemên din ên pirsgirêkê wiha rave kir: "Sedemeke din ew e, jimara kesên ku karê bazirganîkirin û bikaranîna madeyên hişber dikin yan gelek kesên ku bê sedem jî tên binçavkirin, zêde bûne; lewra wan dişînin girtîgehan û cîh kêm dibe yan namîne."

 
Rêjeya ji sedî 1.5 a girtiyên cîhanê di Îranê de ne, di warê zêdebûna jimara girtiyan de Îran di rêza 10 welatên yekem ên dinyayê de cîh digre. Di asta navnetewî de bo her 100 hezra kes di civakê de 140 kes hatiye diyarkirin, lê li Îranê bo her 100 hezra kesî, jimare dighe 200 kesî. Li gor serjimêriyên Rêxistina Girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê, di asta Asya de jî Îranê bi hebûna ji sedî 2.5 a girtiyan di pileya sêyem de cîh digre. Serokê wê saziya Îranê, Elî Ekber Yesaqî derbarê jimara girtiyan li Îranê da xuyakirin: "Li Îranê di salê de jimara girtiyan di navbera 140 heta 153 hezar kesî de kêm û zêde dibe."

 
Li Îranê ji bo girtiyên ku bi demkî tên azadkirin, wesîqe û belgenameyên darayî yên dehan hezar dolarî wek garantî tê wergirtin. Nimûna herî dawî jî, çalakvanê mafê mirovan û wekheviyê Kawe Qasimî Kirmaşanî bû ku zistana îsal hat girtin û dema 100 rojan di girtîxaneyê de ma, lê 2 hefteyan berî niha bi danîna belgenameyeke darayî ya 100 hezar dolarî hat azadkirin. Lê Parêzer Mesûd Şemsnejad ragehand: "Li Îranê belgenameyên darayî ji 2 hezar heta 100 milyon dolar jî bo girtiyan tê danîn." Navbirî behsa girtîyekî Kurd dike ku bi garantiyekî 100 milyon dolarî bi awayekî demkî hat azadkirin, lê dema ji girtîgehê derket derve, ji Îranê reviya: "Perwîz Xemoyî girtiyek Kurd bû ku ez Parêzerê wî bûm, belgeyek bi qasê 100 milyon dolar wek garantî danî Navenda Dad a bajarê Urmiyê, dema derket derveyî girtîgehê reviya û bi qasê 20 -30 milyon dolar jî dest bi ser milkê navbirî de hat girtin." Li gor qanûnên Îranê, hemû girtî dikarin bi danîn belgenamên darayî bi awayekî demkî werin azadkirin, lê girtiyên siyasî nikarin ji wê derfetê fêdeyê bistînin. Mesûd Şemnejad da xuyakirin: "Qanûn wê mafê dide girtiyên siyasî jî, lê heta niha nehatiye cîbicîkirin." Çalakvanê siyasî yê Rojhilatê Kurdistanê, Mesûd Kurdpûr jî dide zanîn, rêjeya wesîqe û belgenama darayî ku bo azadkirina girtiyan tê danîn, gelek zêde ye û girtiyên hejar û belengaz û malbatên wan nikarin belgeyên wiha giran yên darayî bo azadkirina wan wek girev danîn da ku werin azadkirin."
Mesud Şemnejad da zanîn, piraniya girtiyên girtîgeha Urmiyê Kurd in û bal kişand ser tawanên girtiyan û got: "Ji sedî 99ê girtiyên siyasî û ji sedî 80ê girtiyên bazirganîkirin bi madeyên hişber li Girtîgeha Urmiyê Kurd in, ji sedî 10ê girtiyên bikuj û qatil Kurd in, ji sedî yek ji tawanbarên leşkerî Kurd in û ji sedî 10ê girtiyên ku ji ber şerê kêran hatine girtin, Kurd in."

Çalakvanê siyasî yê Rojhilatê Kurdistanê Mesûd Kurdpûr ku dema salekê di girtîgehên Mehabad û Urmiyê de bû û heyamekê berî niha cezayê wî qediya, ragehand: "Ji xeynî ku jimara girtiyan li sernaserê Îranê zêde bûye, li girtîgehên bajarên Rojhilatê Kurdistamê jimara girtiyan gelek ji qebara zîndanan zêdetir ye. Bo mînak, girtîgeha Umriyê cîhê 1500 girtiyan e, lê niha zêdeyî 3000 hezar kes girtî têde ne." Navbirî bal kişand ser sedemên vê pirsagirêk û wiha axivî: "Bêkarî, hejarî, belengazî û pirsgirêkên aborî û zêdebûna madeyên hişber bûne sedem ku tawan zêde bûn û jimara girtiyan sal bi sal zêdetir be, berpirsên dewletê jî tu çareseriyekê ji wan pirsgirêkan re peyda nakin, ji aliyekî din girtîgeh her wek berê mane û budceya wan jî pir kêm e."

 
Tejîbûna girtîgehên bajarên Rojhilatê Kurdistanê pirsgirêkên cor bi cor afirandine û rewşa girtiyan di girtîgehan de çalakvanên mafê mirovan nigeran kiriye. Kurdpûr di vê derbarê de wiha axavtina xwe bidawî anî: "Zêdebûna jimara girtiyan pirsgirêkek mezin e û heta berpirsên hikûmeta Îranê bi xwe jî îtirafê bi wêya dikin. Nirxa belgenameyên darayî jî gelek zêde ye û piraniya girtiyan nikarin wna girevan dabîn bikin heta ku bi awayekî demkî derkevin derveyî girtîgehê."

No comments: