Monday, June 21, 2010

Biryara Ednan Hesenpûr Ji Darvekirinê Bû 15 Sal Cezayê Girtîgehê

Parêzerê Ednan: "Ednan rojnamevan e, lê li ser karê rojnamegeriyê nehatiye girtin"



Azad Kurdî

Xwîşka Rojnamegerê Kurd yê girtî Ednan Hesenpûr, Leyla bi kêmkirina biryara birayê xwe ji darvekirinê bo 15 sal cezayê girtîgehê pir kêfxweş e. Leyla şabûna xwe wiha anî ziman: "Bi kêmkirina biryara Ednan ji darvekirinê bo 15 sal cezayê girtîgehê gelek kêfxweş im, ji ber ku em di welatekê de dijîn ku cezayên giran bo ser girtiyan tê sepandin."

 
Rojnameger Ednan Hesenpûr yê 29 salî ku ji 25.01.2007an şûnde di girtîgeha Komara Îslamî de ye, havîna sala 2007an bi tometa 'Muharibe' (şer bi xwedê re) bi cezayê darvekirinê hat mehkûmkirin û biryara han ji aliyê Dadgeha Peydeûna Parêzgeha Sine hat pejirandin. Piştî wêya Parêzerê Ednan, Salih Nîkbext daxwaza şopandina biryarê ji Dîwana Bilind a Dad a Komara Îslamî ya Îranê kir, lewra sala borî biryara darvekirina Ednan bo 31 sal sizayê girtîgehê hat kêmkirin. Lê Nîkbet di daxuyaniyeke taybet bo Rûdawê eşkere kir, hefteya borî biryara Hesenpûr car di hat kêmkirin û ji 31 sal bû 15 sal cezayê girtîgehê. Salih Nîkbext di berdewamiya axavtina xwe de got: "Ezê hewlê bidim cezayê Ednan ji vêya jî bê kêmtirkirin."

 
Dema Ednan Hesenpûr hat binçavkirin, çend tometên cuda wek kişandina wêneyê 9 navendên leşkerî yên Îranê û dana zanyariyan bo Partiyeke Kurdî, hewildan bo ewlekariya netewî, propaganda li dijî hikûmetê, hatin û çûn bo cem grûb û partiyên ne qanûnî û dijberîkirin ligel xwedê bi ser de hatin sepandin. Piştî dadgehîkirinê, biryara darvekirina Ednan hat dan.

Salih Nîkbext diyar dike, piştî ku biryara darvekirina Ednan derket, dest bi hewildanên berfireh kiriye da ku biselimîne Hesenpûr bê tawan e û di vê derbarê de nerînên xwe wiha anîn ziman: "Piştî komkirina gelek belgeyan û pêdagiriyên min ên berdewam, Serdozgerê Giştî yê Îranê lijneyek 6 kesî pêk anî û dosya Ednan nirxandin. Endamên wê linjeyê gotinên Salih Nîkbet erê kirin ku sûça Ednan ne şer ligel xwedê û darvekirin e, lewra li ser daxwaza Serokê berê yê Dezgeha Dad a Komara Îslamî Şahrûdî, biryara darvekirina Ednan bû 31 sal cezayê girtîgehê. Lê min berdewam dosya şopand û berevanî ji Ednan kir, niha cezayê wî yê girtîgehê ji 31 sal bû 15 sal."

 
Herçiqas medyayan nûçeyê wêya belav kirin ku Hesenpûr li ser karê rojnamevaniyê hatiye binçavkirin, lê Parêzerê Ednan wan zanyariyan red dike û da xuyakirin: "Ednan Rojnameger e, lê bi tometa karê rojnamevaniyê nehatiye girtin û bi vê tometê ew cezayê giran ne wergirtiye." Salih Nîkbet derbarê cezayê rojnamegerî yê Hesenpûr wiha agahî dan: "Cezayê rojnamevanî yê Ednan tenê 200 hezar tûmen (200 dolar) bû." Navbirî derbarê dosya Ednan Hesenpûr partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê dike û wiha dirêjî bi axavtina xwe da: "Me dikarî dema 5-6 sal dosya Ednan biqedînin, lê dema Partiyek Siyasî daxuyaniyek siyasî li ser girtina Ednan bo raya giştî diweşîne, xuya ye dê hikûmeta Îranê jî biryara darvekirinê bi ser de bisepînin."

 
Derbarê rewşa nebaş a rojnamegeriyê û rojnamevanan li Îranê, gelek rexne ji wî welatî tên girtin. Li gor rapora dawî ya Komîta Piştevanî ji Rojnamegeran (Committee to Protect Journalists) ku yek ji rêxistinên mezin ên navnetewî derbarê berevanîkirin ji rojnamegeran li sernaserê cîhanê ye û herwiha Rêxistina Lêborîna Navneteweyî, Îran bi 52 rojnamegerên binçavkirî di sala borî de bû girtîgeha herî mezin a rojnamevanan di cîhanê de. Saziya Nûçegihanên Sînornenas jî di daxuyaniyekê de eşkere kir, piştî xwepêşandan û nerazîbûnên xelkê li pey ragehandina encama dehemîn gera hilbijartinên Serokkomariya Îranê di sala borî de, zêdeyî 100 rojnamevan hatin binçavkirin û zêdeyî 50 rojnameger jî neçar man ji Îranê birevin.

 
Mafperwerê Kurd yê daniştvanê Tehranê Salih Nîkbext, amaje da wêya ku niha li Îranê rojnamevan tenê ji ber karê rojnamegeriyê nayên mehkûmkirin, navbirî da zanîn ew rojnamegerên ku niha di girtîgehên Îranê de ne, karê wan rojnamevanî ye, lê bi tometên din hatine mehkûmkirin. Lê endamekî Civata Senfî ya Rojnamegerên Îranê ku saziya herî mezin a rojnamevanên ne dewletî ye û nexwast navê wî were eşkerekirin; ji Rûdawê re ragehand: "Rojnamevanên girtî li Îranê ji xeynî karê ragihandin û erkê medya tu sûçeke din nekirine, lê ji bo ku dewlet û saziyên dadê biryarên giran bi ser wan bisepînin, komek tometan ji wan didin. Niha dehan endamên civata me di girtîgehê de ne û her yek ji wan çend sal cezayê girtîgehê wergirtiye û çarenûsa hindek ji wan piştî çend mehan nehatiye diyarkirin."

No comments: