Tuesday, June 29, 2010

Parêzarê Xelîl Behramiyan: Bo rizgarkirina Zeyneb Celaliyan divê Neteweyên Yegirtî bê haydarkirin

Dengê Azad. Parêzer Xelîl Behramiyan, di hevpeyvînekê de ligel Komeleya Mafê Mirovan li Îranê ragehand, eger nûçeyê darvekirina Zeyneb Celaliyan di rojên dahatû de rast be, ji bo rizgarkirina wê ji metirsiya darvekirinê tenê hêvî ew e ku peywendî ligel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî bê çêkirin.

 
Herçiqas nûçeya erêkirina biryara darvekirina girtiya Kurd a Rojhilatê Kurdistanê Zeyneb Celaliyan, bi fermî nehatiye piştrastkirin, lê çalakvan û saziyên parêzerê mafê mirovan îro bi weşandina daxwiyaniyan nigeraniya xwe di vê derbarê de eşkere kirin. Saziya Mafê Mirovên Kurd li Ewrûpa da xwiyakirin, biryara darvekirina Zeyneb Celaliyan ji aliyê Dîwana Bilind a Dad a Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye erêkirin û egera wêya xurt e ku rêveberên Girtîgeha Êvînê wê girtiya siyasî ya Kurd herî zû darve bikin.

 
Di vê derbarê de, Xelîl Behramiyan ragehand, piştî bihîstina nûçeyê, me doz şopand, lê min tu agahiyek bidest nexistiye û nizanim gelo nûçe rast e an na. Lê Behramiyan nigeranê çarenûsa Zeyneb Celaliyan e û da xuyakirin: "Herçiqas divê Zeyneb niha di jora giştî a Girtîgeha Êvîn a Tehranê de bûya, lê niha ew şandine jora 209 a girtîgehê û vêya nigeranî derbarê çarenûsa Zeyneb Celaliyan zêde kiriye."

 
Parêzer Behramiyan, ji ber ku çi peywendiyek ligel malbat û xizmên Zeyneb Celaliyan tune, heta niha nekariye parastina wê bigre stoyê xwe. Navbirî nerînên xwe wiha anî ziman: "Ji bo ku Zeyneb Celaliyan neyên darvekirin, tenê karê ku bikare wê rizgar bike ew e Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî bê haydarkirin, ji ber tenê ew dikare pêşiya rêveçûna biryarê bigire."


Hêjayî gotinê ye, Zeyneb Celaliyan (27) sala 2007an li Kirmaşanê hat binçavkirin û bo Girtîgeha Kirmaşanê hat veguhastin. Demekê berî niha bo Girtîgeha Êvîn a Tehranê hat şandin. Dadgeha Îranê bi tometa endambûna wê di PJAKê de bi cezayê darvekirinê mehkûm kir. 'Rûdaw'

No comments: