Friday, January 13, 2012

Azadî bê wekheviyê ne mumkin e

 
Azad Kurdî

Ligel ku 11 sal e ji sedsala 21’mîn derbas dibe û em çend rojên din diçin nav sala nû, hêj pirsa wekheviya zayendî di cîhanê de nehatiye çareserkirin û îradeya giştî ya navneteweyî jî di vê derbarê de xemsar e û di pratîkê de gavên bingehîn nehatine avêtin.
Sedsala niha ku wek sedeya teknolojî, pêşketina zanist û lezgîniya agahî û peywendiyan tê binavkirin, lê mirovahiyê nekariye yek ji lêgerên mezin û bi bandor ên civaka navneteweyî çareser bike ku ew jî pirsa wekheviyê di hemû warên jiyanê de ye.
Hêj mirovahî li ser mafên mirovî yên destpêkî û sirûştî ji bo nîva civakê ango jinan diaxive û berdewam tekez li ser tê kirin û heta bîrdoziyên gelek kûr jî tên nivîsandin û belavkirin. Lê em dibînin ku ev mafên mirovî û xwezayî yên destpêkî jî ji aliyê hindek welatên paşverû bi awayekî sîstematêîk tên binpêkirin, bêy ku civaka cîhanê lê xwedî derkeve û balê bide binpêkirina wekheviyê wek prensîpek civakî, sivîl û hemdem a mirovahiyê di welatên dîktatorlêdayî û heta hindek welatên pêşketî û nîv modern jî. Ji xeynî debîn nebûna van maf û azadiyên sirûştî û destpêkî jî, lê hê tundûtijiyên sîstematîk heta ji aliyê dewletan li dijî jinan û mesela wekheviya maf û azadiyan tê meşandin.
Vê rewşê wisa kiriye ku di gelek welatên wek Îranê de, jin ku bê rawestan ji bo wekhevî û dabînbûna wekheviyê xebatê dikin û kedê didin, rojek wek 8’ê Adarê neyê pîroz kirin, zêde bibe roja nîşandana nerazîbûnê û rûbirûbûn ligel hikûmetekê ku hemû qanûn û rêsayên wê wekheviyê binpê dikin û nîva civakê wek mirovên derce duyem dihesibîne.
Li gor qanûnên malbat û yasayên din ên Îranê, jin ji hiqûqên wekhev ligel mêran bêpar in, ji ber jinbûnê neçar in ku ji bo geriyan, hilbijartina kar û xwnedin û ... ji hevserê xwe û malbata bav izna nivîskî werbigrin, mafê serperiştîkirinê di malbatê de ji bo mêr e û keç hêj ji bo hilbijartina hevser ne serbixwe ne û tenê bi izna bav û kailkê bav dikarin biwezicin. Tundûtûjiyên namûsî li dijî jinan û asankariyên qanûnî bo mêran, kiryarên tundûtûjiyên malbatî dijî jinan zêde kirine. Mafê berdanê ji bo mêr e û wekheviya ji bo jinan di vî mafê de jî tune û gelek madeyên qanûna medenî wek zina çend hevseriyê, jiyana jinan ligel lêger û dijwariyên mezin rûbirû kiriye.
Li Îranê, jin heta ji mafê şarovendî û sivîl yê hilbijartina azad a lixwekirinê bêpar hatine kirin û em şahid in ku rojane hezaran keç û jin ji ber ne parastina bin nav ‘Hicaba Îslamî’ ligel tundûtûjî û tevgerên dijî mirovî yên hêzên dewletê û Polîsan berbirû dibin. Jin li Îranê neçar in ku eba, çarik, laçik û nîqaban bavêjin ser ser û bejna xwe. Ferq û cudahîdanîn li zanîngehan ji bo keçan bi eşkere tê xuyakirin û her sal projeyên nû tê derxistin û keç û xortan ji hev vediqetînin.!
Di rastî de ev ne wekhevî di warên hiqûqî de bûye sebebê tundûtûjiyên zêdetir di hemû aliyên civakî û jiyana malbatî jî, ji ber ku zagon çavkaniya wan tundûtûjiyan e li dijî jinan. Niha jî berdewam jin tên darvekirin û kevirbarankirin (ricimkirin) û sedan jin niha ev ceza xwarine û li benda rêveçûna birayrê ne.
Loma ez bawer im ku bingeha wekheviyê ji malbatê destpê dike, heta yeksanî di pergala malbatan de neyê cîgirkirin û nifşa îro zarokên keç û xort ên xwe bê cudakarî û ferqdanîn mezin nekin û ji wan re nekin kultûr, di gava yekem de wekhevî dijwar e ku pêk bê.
Piştre rolê sîstem û qanûnên bingehîn û sivîl ên welatan in ku dikarin di pêvajoya çareserkirina pirsa wekheviyê de rolek pir mezin û karîger bilîzin. Çarçoveya sîstema siyasî ya Îranê bi awayekê ye ku guhertina van qanûnan jî bi awayekî modern, hemdem û demokratîk zêde xewn e xeyal e heta tiştek realîste. Lê nifşa niha wekheviyê dixwaze û li hemberî tundûtûjiyan bêdeng nasekine û ji bo dabînbûna azadî û yeksaniyê hemû nirxan jî dide. Hêvî ji bo pêşerojek ronî û jiyanek bêhtir di nav dilê alîgirên civaka yeksan vedigeşe.
Azad û demokrasî bêy wekheviyê wate nade û vêna jî tenê di sîstemk demokratîk de pêk tê ku mirovserdestî hebe.
Alîgirên azadî û wekhevî û mirovserdestiyê pêdivî ye ku jiholê rakirina hemû awayên ferq û cudahîdanînê, ji qanûnê bigre heta kultûr û kevneşopan, bikin armanca sereke ya xebata sivîl, civakî, siyasî û giştî û di pratîkê di gavan bavêjin. Azadî, demokrasî, qanûnên nûjen û dmeokratîk, wekheviya zayendî û parastina mafên mirov cewhera pergalên nû ne ku mirovahê pêdiviyê wan e û azadî bêy wekhevî jî bê wate ûp ne mumkin e.
Têdîtin: Ev nivîsar di hejmara 34 a kovara JINAN de hatiye belavkirin.

No comments: