Thursday, January 26, 2012

Ambargoyên navneteweyî li dijî Îranê zextên mezin bo jiyana hevwelatiyên sivîl pêk tîne

 
Ambargoyên navneteweyî, jiyana hevwelatiyan ligel lêgerên cidî rûbirû kiriye
Azad Kurdî

Ambargoyên navneteweyî li dijî hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê di vê mehê de gihiştin asta herî cidî û zêde di heyamê çend salên borî de. Vê carê ji xeynî Amerîka û hevalbendên wî yên din, Yekîtiya Ewrûpa jî tevlî komdengiya cîhanî li dijî dorpêşkirina hikûmeta Îranê rabû û biryarên cidî wergirtin. Amerîka û hevalebndên wê vê carê dan û standina petrola Îranê qedexe kirin û banka navendî û Ticaret a Îranê jî tevî pîşesaziya poetrola wî welatî xistin ber ambargoyan.

Komara Îslamî ya Îranê ji ber rêvebirina bernama etomî ya xwe û meyandina gumanbar ya Uraniyûmê ji bo çêkirina bomebeyên navikî, niha ji her demê zêdetir ketiye ber zext û amabargoyên navneteweyî. Di sala 2011’an de dehan rapor û biryarnameyên navnetweyî derbarê binpêkirina mafê mirovan li Îranê û herweha bernameyên nuklerî yên wî welatî hatin dan. Lê karbidestên Komara Îslamî ji dêlva çareserkirina pirsgirêkên navxwe, dixwaze bi tena serê xwe û bi piştgermiya hindek welatên bi nav dostên xwe! Rûbirûyê raya giştî ya cîhanê derkeve. Meşandina siyasetên tevxwaz û bikaranîna metodên fitne û inadê ji aliyê rayedarên hikûmeta Îranê gelek pirsgirêkên metirsîdar ên civakî û aborî ji bo hevwelatiyan di hundirê wî welatî de pêk aniye. Bi awayekê ku roj bi roj kirîzên aborî û civakî zêde dibin û dewlet di çareserkirina wan de xemsar e û ti gavekê navêje. Barê gitan ê wan siyasetên şaş jî divê hevwelatiyên sivîl bidin.

Vê rewşa nû nigeraniyên gelek cidî ji bo hevwelatiyên sivîl li hemû Îranê pêk aniye. Ji ber ku piştî ambargoyên nû yên navneteweyî, buhayê alev û pêwîstiyên jiyanê li bazarên tevahiya Îranê û bi taybet li bajarên mezin zêde bûye. Buhaya pêwîstiyên rojane yên jiyanê ji sedî 30 û hindek cihan zêdetir jî, jorde çûye.  Zêdebûna zextên aborî li ser hikûmeta Komara Îslamî, welatê Îranê ligel kirîzek xurd a aborî rûbirû kiriye. Hevwelatiyên sivîl nigeranê bandorên neyênî yên ambargoyan in û rojane xelk alevên sereke yên jiyanê wek birinc, çay, şekir, ar, rûn û wd... paşket dikin. Herwiha gelek diyardeyên civakî jî bi sedema destpêbûna gera nû ya ambargoyan li dijî hikûmeta Îranê di nav bajaran de dest pê kiriye. Tenahî û ewlehiya civakî roj bi roj zêdetir têk diçe û xelk di nav stresek kûr de dijîn.

Neteweyên Îranê jiyanek pir zehmet derbas dikin, pirsgirêk û kirîza aborî bandora rasterast kiriye ser hemû aliyên jiyana hevwelatiyan. Li gor serhejmariyên fermî ku nûnerekî eclîsa Şêwra Îslamî ya Îranê eşkere kiriye, zêdeyî 40 minlyon hevwelatî di Îranê de di bin hêla birçîbûnê dijîn. Miaş û heqdestê kedkarên karxaneyan çend meh e nehatiye dayîn. Rêjeya xizan û hejaran roj bi roj zêdetir dibe. Ligel ku her meh hikûmeta Ehmedînejad sozên pêkanîna derfetên nû yên kar dide, lê tu sozek wî û rayedarên din ji bo çareserkirian pirsigrêkên aborî û civakî yên hevwelatiyan nayên cîbicîkirin.

Amabrgoyên navneteweyî li dijî Komara Îslamî bi sedema siyasetên vê rejîmê her diçe zêdetir dibin û vê dawiyê şereke sar di navbera Rojava û rayedarên Komara Îslamî hatiye holê.

No comments: