Thursday, May 20, 2010

11 Kurdên Îlamê ji ber bêkariyê xwe kuştine

Dengê Azad: Li Parêzgeha Îlam ya Rojhilatê Kurdistanê 11 hevwelatî ji ber pirsgirêka bêkariyê xwe kuştine. Nûnerê bajarê Îlamê li Parlamenê Îranê, Daryuş Qenberî di civîna roja çarşemê 19ê Gulana 2010an de li parlamen siyasetên hikûmetê derbarê neçareserkirina pirsgirêka bêkariyê de rexne kirin û ragehand: "Li gor maddeya 28 a Qanûna Bingehîn divê hikûmet îmkana karkirinê bo hemû kesekî pêk bîne. Lê mixabin mijara bêkarî û betaliyê gihaye astekî ku heta gelek nûnerên parlamen jî ji ber hebûna bêkariya zêde giliyan dikin û hikûmet tu çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re peyda nake."

Qenberî siyasetên aborî yên hikûmetê jî rexne kirin û wiha axifî: "Wiha tê xwiyakirin ku hûmetê pirsa karkirinê ji bîr kiriye û tu bernameyek bo vê pirsê nedaniye." Daryuş Qenberî ku endamê Komîsyona Civakî ya Parlamenê Îranê ye jî, di berdewamiya axavtina xwe de bal kişand ser zêdebûna serjimêriya bêkariyê li Parêzgeha Îlam û wiha dirêjî bi axavtina xwe da: "Niha diyardeya xwekuştinê zêde bûye û li Îlamê 11 kiryarên xwekuştinê bi sedema pirsgirêka bêkariyê çêbûne."

Pirsgirêka bêkariyê û radeya wê diyardeya civakî û aborî, nîqaşên berfireh di navbera rayedarên dewletê û rexnegir û pisporên serbixwe yên aborî de anine holê. Rexnegir û pisporên warê aborî siyasetên dewletê rexne dikin, hikûmet û Komara Îslamî jî rastiya vê pirsgirêkê diveşêre û statîstîka bêkariyê kêm nîşan dide.

No comments: