Thursday, May 20, 2010

Îran ji tirsa nerazîbûna gel meytên 4 girtiyên siyasî yên Kurd ên darvekirî radestî malbatên wan nake

Li gor qanûna Komara Îslamî ya Îranê jî 4 kesên darvekirî yên Kurd ne yasayî hatine darvekirin

Xwîşka Ferzad Kemanger: Ferzad ne endamê ti partiyekê bû
Parêzerê Ferzad û 2 kesên din ên darvekirî: Derew dikin, di dema darvekirinê de ez nehatim agahdarkirin

Azad Kurdî

Darvekirina çar girtiyên siyasî yên Kurd bi navên Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Şîrîn Elem Hulî û Elî Heyderiyan û girtiyekî din ê siyasî yê Îranê bi navê Mehdî Îslamiyan di Girtîgeha Êvîn a Tehranê de ku li roja 9ê Gulana 2010an hat meşandin, bû sedema reaksyonên berfireh di asta navxwe û navnetewî de.
Dozgerê Giştî yê Tehranê û Dadgeha Şoreşa Îslamî wan girtiyên siyasî bi tometa 'Endambûn di grûbên dijî şoreş û hewldan bo kiryarên terorîstî û danîna bombeyan di îdare û saziyên dewletî' tawanbar dike û her pênc jî darve kirin. Lê parêzer û malbatên girtiyan û çalakvanên siyasî û sivîl, wan gotinan wek tometên bê belge dihesibînin û bawer in, bi wan tometan tenê dixwestin cezayê darvekirinê bi ser wan girtiyan bidin sepandin.

“Ji merasîma veşartinê ditirsin”
Xwîşka Ferzad, Şîrîn Kemanger ku ligel malbatên pênc girtiyên din ên siyasî bo wergirtina cenazê Ferzad li Tehranê ye, di daxuyaniyeke taybet de bo Rûdawê ragehand: "Em malbatên wan pênc girtiyên siyasî hatine Tehranê da ku meytên wan werbigrin, lê berpirsên girtîgehê heta niha razî nebûne cenazên wan bidin me." Şîrîn Kemanger sedema radestnekirina meytan jî wiha anî ziman: "Berpirsyar dibêjin em ji rêûresma veşartina wan li Kurdistanê ditirsin û dê bibe sedema aloziyan, herçiqas me ji wan re soz daye ku alozî çênebin, lê saziyên Parêzgehên Sine, bi taybet Îdareya Ewlekariyê ne razî ye heta laşê miriyên me yên bê can jî bo Kurdistanê bên vegerandin." Xwîşka wî mamosteyê Kurd yê darvekirî, di xem û kovana kûr a darvekirina birayê xwe de wiha hestên xwe anîn ziman: "Darvekirin nişkave çêbûn, di vê derbarê de ti tiştek bi me nehat ragehandin, roja beriya darvekirinê Ferzadê birayê min bi telefonê ligel me axivî, axavtinên wî pir asayî bûn. Heta behsa pirtûk, zanîngeh û mijarên di vê derbarê de kir. Ne em û ne Parêzerê me nehatin agahdarkirin û hemû tiştek bi bêdengî hat kirin."
“Ferzad ne endamê ti partiyekê bû”
Derbarê wê tometa ku Ferzad û hevalên wî rûbirûyê darvekirinê kir, Şîrîn Kemanger wiha axivî: "Hemû tomet bê bingeh in, di girtîgehê de em çend caran rûbirû ligel Ferzad rûniştin, lêkoler û karnasên dosya wî jî amade bûn û gotin Ferzad bê sûç e, çendîn car ew axavtin bo me û parêzerê me dûbare kirin." Şîrîn Kemanger tekez kir ku birayê wê nebûye endamê hîç partiyeke siyasî ya Kurdî: "Ferzad çalakvanekî sivîl, rexnegir û rewşenbîr bû, berdewam digot ez ne endamê tu partiyekê me, xelk jî baş dizane Ferzad kî bûye."
Şîrîn bi gewriya tejî girî û xemek giran bal kişand ser kesayetiya birayê xwe yê darvekirî û got: "Ferzad mamosteyekî zehmetkêş yê gundên Kurdistanê bû, xema wî ya mezin zarokên belengaz û bêpar ên Kurdistanê bû, gelek pêşniyar jê re kirin da ku li derveyî Kurdistanê dersê bêje, ji ber ku gelek mamsote ne amade bûn li Kurdistanê dersê bidin, Ferzad neçû û zarokên xwe tenê nehiştin."
Di dema darvekirinê de kes nehat agahdarkirin
Li gor qanûna Îranê, divê 48 demjimêran beriya darvekirinê, parêzer û malbatên kesê darvekirî bên haydarkirin. Herçiqas Dadgeha Şorşeşa Îslamî di dema weşandina nûçeyê cîbicîkirina biryara darvekirina wan pênc giriyan de ragehand, parêzerên wan li wir amade bûye, lê Xelîl Behramiyan ku Parêzerê Ferzad Kemanger, Şîrîn Elem Hulî û Mehdî Îslamiyan bû, da xuyakirin: "Darvekirina van pênc girtiyan bo min û raya giştî şokek mezin bû, ez qet nehatim agahdarkirin û ne li wir jî bûm. Kiryara han bo min şokek mezin bû, niha bawer nakim! Ez demjimêr 10ê sibehê hatim haydarkirin, rojnamevanekê ji min re got. Wêya di bingeh de derew e û ez li wir ne amade bûm."
Hem di pêvajoya dadgehîkirina wan pênc girtiyên siyasî de û piştî derkirina biryara darvekirinê û piştî ragehandina îdamkirina wan girtiyan, Dozgerê Giştî û Dadgeha Şoreşa Îslamî behsa wêya kirin: "Ew pênc kes endamên girûb û partiyên dijî şoreşê bûn û dixwestin kiryarên terorîstî bikin û binke û îdareyên dewletî biteqînin." Lê Behramiyan got: "Ew tometa ku ji Ferzad re dabûn, tenê endambûna wî di PKKê de bû, ew jî bê bingeh û belge bû. Kesên ku Ferzad girtin û darvekirin, tawanbar in.
Derbarê aliyê qanûnî yê cîbicîkirina wê darvekirinê jî, Xelîl Behramiyan ku Parêzerekî navdar yê Îranî ye, wiha dirêjî bi axavtina xwe da: "Nabe kes di Dezgeha Dad a Îranê de li pey qanûnê bigere. Di wê dezgeha Îranê de yasa tenê wek pirtûk û nivîsar e ku di nav refikan de hatine cîhkirin û tenê lê temaşe dikin û qet bikar naînin. Divê em kes ji rêvebirina vê qanûnê nefikirin." Derbarê radestkirina cenazê girtiyên darvekirî jî, Behramiyan da xuyakirin: "Ew pêdagir in ku meytan radestî malbatên wan nekin, heta rê nadin dê û bav û kesûkarên wan jî cenazên wan bibînin."
Bi sedema şopandina berdewam a dosyayên girtiyên siyasî yên Kurd, Behramiyan ku Parêzerekî navdar yê Îranî ye, nerînên xwe wiha anîn ziman: "Ez xwe Kurd dihesibînim û bo min cîhê rûmetê ye ku hest bi Kurdbûnê dikim." û di berdewamiya axavtina xwe de siyaseta hikûmeta Îranê hemberî Kurdan rexne kir: "Gelo bi rastî di Îranê de Kurdbûn sûç e? Çima divê Kurd di Îranê de ew qas bedel û nirxan bidin, di rewşekê de ku Kurd di hemû warekê de xelkek nimûne yên Îranê ne."

No comments: