Wednesday, May 19, 2010

Mangirtina Rojhilatê Kurdistanê Tirs Xiste Dilê Rayedarên Îranê

Azad Kurdî

Piştî mangirtina giştî ya Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ya roja 13ê Gulana 2010an bi mebesta şermezarkirina darvekirina pênc girtiyên siyasî ku 4 jê Kurd bûn, rayedarên Komara Îslamî ya Îranê ketin tevgerê û ji bo nirxandina rewşa bajarên rojhilat şandek ji Tehranê şandin Sine.
Şandeya 17 kesî ku ji karnas û berpirsên Wezareta Ewlekarî, Wezareta Navxwe û Dezgeha Dad a Komara Îslamî ya Îranê pêk dihat, 13ê Gulanê serdana bajarê Sine kirin. Şandeya han bi armanca nirxandian rewşê û kontrolkirina kirîza bajarên Rojhilatê Kurdistanê piştî mangirtina seranserî hatibûn Sine. Mangirtina giştî ya 13ê Gulanê li bajarên Rojhilat guman ji rayedarên Îranê re çêkiriye û ketine tevgerên cor bi cor.
Çalakvanekî sivîl yê Kurd li bajarê Sine ku nexwast navê wî bê eşkerekirin, derbarê serdana wê şanda paye bilind de ragehand: "Piştî mangirtina giştî ya 13ê Gulana 2010an, gumanek mezin ji rayedarên Komara Îslamî re çêbûye, lewra ketine li tevgerê. Şanda ku ji Tehranê serdana Sine kir, gelek civîn lidarxistin û civînên wan jî piranî nehênî bûn. Lê di civînan de nerînên cuda derketine holê. Grûbek dijî darvekirinan disekine û dixwazin ku pêla darvekirinan bê sekinandin. Bi baweriya grûbeke din ya wan civînan ku stratejîstên dewletê ne li Kurdistanê, zêdebûna darvekirina ji aliyê hikûmetê ve dibe sedema nerazîbûnên sivîl û berxwedana zêde ya xelkê Kurdistanê û bi baweriya wan, bi vê sedemê niha tevgereke seranserî çêbûye ku pir metirsîdar e. Grûba sêyem ya civînan jî ku zêde rêveberên Dezgeha Dad û karnasên bilind û radîkal ên Wezareta Ewlekarî û Wezareta Navxwe bûn, piştgiriya siyaseta darvekirina girtiyan kirine."
Çavkaniyê herwiha da zanîn ku ji bo nirxandina rewşa bajarên Rojhilat piştî mangirtina giştî ya 13ê Gulanê, bi taybet derbarê bajarê Sine ku mangirtin li wî bajarî pir berçav û berfireh bûye, Navenda Kontrolkirina Kirîzê hatiye pêkanîn.
Piştî serdana wê şandê, hat ragehandin ku divê biryara darvekirina girtiyên siyasî yê Kurd, Hebîbula Letîfî ku li girtîgeha bajarê Sine ye bê rêvebirin. Li Parêzgariya Sine bi beşdariya berpirsên ewlekarî û dadê civînek hat lidarxistin û biryar hat standin roja 07.06.2010an, girtiyê siyasî yê Kurd Hebîbula Letîfî bê îdam kirin.

Di vê derbarê de, Parêzerê Letîfî, Mihemed Salih Nîkbext û xwîşka wî Ilahe Letîfî, daxwiyaniyek taybet dan û nigeraniya xwe anîn ziman: "Bi fermî em nehatine agahdarkirin, lê emê pirsê bişopînin. Em nigeran in ku çarenûsa Hebîbula Letîfî wek 5 girtiyên din ên siyasî ku 9ê Gulanê hatin darvekirin, lê bê û di bêdengiyê de û bê haydarkirina me biryara darvekirina wî rêve bibin."

No comments: