Sunday, May 23, 2010

Li Geverê darvekirina girtiyên Kurd li Îranê hat şermezarkirin

Dengê Azad: Piştî darvekirina 5 girtiyên siyasî li Îranê di roja 9ê Gulana 2010an de ku 4 jê Kurd bûn, sedan meş û çalakî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê û welatên derve hatin û tên lidarxistin. Kurdistanî bi çalakiyên xwe kiryara hovane ya darvekirina Ferzad, Şîrîn, Ferhad û Elî û Mehdî ji aliyê rayedarên Komara Îslamî ya Îranê şermezar dikin û daxwaz dikin proseya darvekirina girtiyên siyasî û çalakvanên sivîl bê sekinandin.



Li Bakurê Kurdistanê jî di çend rojên borî de çalakiyên berfireh hatin darxistin. Roja 22ê Gulana 2010an, bi hezaran kes ji bo beşdarî çalakiya "Mertalên Zindî" ya Navçeya Geverê bibin, ber bi navçeyê ketin rê. Berî meşa Mertalên Zindî ku dê ji Riya Şemzînanê heta Balafirgeha Geverê pêk bê, polîs û hêzên taybet tedbîrên berfireh wergirtin.



Ji bo beşdariya meşê ku Hevserokên BDPê û parlamenterên BDPê jî amade dibin bi anonsan banga tevlêbûnê tê kirin. Ji niha de bi hezaran kes li cihê çalakiyê civîyan. Li Navçeya Şemzînanê esnafan dikanên xwe venekirin. Li Colemêrgê jî bi sedan kes ji bo biçin Geverê li ber Rêxistina BDPê ya kom bûn.

No comments: