Monday, May 3, 2010

Serjimêriya Bêkariyê li Rojhilatê Kurdistanê zêde bûye

Rapor: Azad Kurdî



Rêjeya bêkariyê li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê zêde dibe.

Rawêjkarê Rêvebirê Giştî yê Kar û Karûbarê Civakî yê Parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, bi hinceta 1ê Gulanê konfernaseke çapemeniyê lidar xist û ragehand, serjimêriya bêkariyê li gor sala borî ji sedî 1 zêde bûye û gihîştiye ji sedî 10.5.

 
Mihemed Elwendî, ku bi helkevta Roja Kedkarên Cîhanê ligel medyayên Parêzgeha Sine bo nûçegihanan diaxivî, da xwiyakirin: “Rêjeya bêkariyê li Parêzgeha Sine li gor statîstîkên fermî yên Navenda Serjimêriya Îranê, di sala borî de ji sedî yek zêde kiriye.”


Navbirî eşkere kir: Li gor statîstîkên fermî yên Navenda Serjimêriya Îranê, di sala borî de, rêjeya bêkariyê di wê parêzgehê ji sedî 9.5 bûye, lê îsal zêde bûye û gihaye ji sedî 10.5. Serjimêriya han dide xwiyakirin ku rêjeya bêkariyê zêde bûye.”


Li her sê parêzgehên din ên Rojhilatê Kurdistanê jî rêjeya bêkariyê zêde ye. Lê Îlam yek ji wan parêzgehan e ku herî zêde bêkar di asta seranserî ya Îranê de hene. Rêjeya bêkariyê li Îlamê digihe ji sedî 17.2. Li Kirmaşanê jî rêjeya bêkariyê ji sedî 15.4 e. Li Parêzgeha Urmiyê jî rêjeya bêkariyê ji sedî 8.5 e. Piraniya bêkarên Rojhilatê Kurdistanê ciwan in.

 Pirsgirêkek mezin derbarê rêjeya bêkariyê di Îranê de, ne ragehandina serjimêriyê durist ya bêkarî û pirsgirêkên din yên civakî û aborî ye. Di rûbirûbûnên televizyonî yên gera dehem ya Serokkomariyê de, mijara bêkarî û kirîzên din yên aborî û civakî nîqaşeke xurt di navbera Ehmedînejad û rikeberên wî de anî holê. Dewlet hewlê dide statîstîka bêkarî û wd... kêm rabigehîne û sazî û dezgehên ne dewletî jî naxwazin serjimêriyan veşêrin û jimarên durist bo raya giştî rabigehînin.

 Ji ber zêdebûna bêkaran û nebûna derfetên karkirinê, di salê de sedan karkerên Rojhilatê Kurdistanê diçin bajarên din yên Îranê û hezaran welatiyên Rojhilatê Kurdistanê jî niha bo kar diçin bajarên Herêma Kurdistanê.

Iqbal Rizayî, Rêvebirê Civata Karkerên Parêzgeha Sine, ragehand: “Ligel ku Parêzgeha Kurdistanê (Sine) ne pîşesaziya parêzgeke pîşesazî ye û yekeyên mezin ên pîşesazî têde tuneye, lê niha kargehên biçûk ên berhemanînê jî di vê parêzgehê de ligel metirsiya daxistinê rûbirbû ne.”


Ji ber pirsgirêkên aborî yên çend salên borî, zêdeyî 30 kargeh li Rojhilatê Kurdistanê hatine daxistin yan ligel metirsiya girêdanê rûbirû ne. Di her kargehekê de zêdeyî 10 kedkarên Kurd kar dikirin ku hemû hatine bêkarkirin. Rêvebirên van kargehan daxwaz ji sazî û dezgeh û karbidestên Komara Îslamî kirin, di vê derbarê de alîkariya wan bikin, da ku pirsgirêkên wan bên çareserkirin, lê heta niha bersiva erênî nedane tu yek ji wan xwedî karan û ew rêjeya zêde ya karkeran jî betal mane.

No comments: