Tuesday, May 11, 2010

Xuşk û Diya Şîrîn Elemholî Hatin Binçavkirin

Dengê Azad: Îro serê sibê, 11ê Gulana 2010an, xwîşk û dayika Şîrîn Elem Holî, girtiya siyasî ya ku roja 9ê Gulanê ligel 4 girtiyên din ên siyasî li Tehranê hat darvekirin, ji aliyê hêzên Ewlekariya Îranê ve li mala xwe li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê hatin binçavkirin.

 
Komeleya Mafê Mirovan li Îranê ragehand ku ev di demekê de ye ku heta êvara roja duşemê haya wan ji darvekirina Şîrîna keça wan tune bû. Parêzerê 3 ji 5 girtiyên siyasî yên darvekirî, Xelîl Behramiyan di daxwiyaniyeke taybet de ragehand ku ligel şopandina berdewam ya malbatên kesên darvekirî, hê cenazên girtiyên darvekirî radestî malbatan nekirine.
Behramiyan wiha axifî: "Nûnerên parlamen û Dozgerê Tehranê razî bûne ku meytê girtiyên darvekirî yên roja 9ê Gulanê radestî malbatên wan bên kirin, lê Wezareta Ewlekarî û Îdara Ewlekarî ya Parêzgeha Sine ne razî ye ku cenaze ji malbatan re bên dan.

Malbatên girtiyên darvekirî niha berdewam pirsa wergirtina cenazan dişopînin, lê bi binçavkirina xwîşk û dayika Şîrîn Elem Holî ku yek ji wan 5 girtiyên darvekirî ye, tu garantiyeke van malbatên girtiyan tune.

No comments: