Tuesday, May 11, 2010

Rewşa Awarte Li Rojhilatê Kurdistanê Hatiye Ragehandin

Tê xwestin roja pêncşem, 13ê Gulana 2010an li Rojhilatê Kurdistanê mangirtina giştî ye. 

Dengê Azad: Piştî darvekirina 4 girtiyên siyasî li Îranê di roja 9ê Gulana 2010an de, li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê rewşa awarte hatiye ragehandin û Komara Îsalam ya Îranê hezaran çekdarên xwe ji bajarên din ên Îranê şandine bajarên Rojhilatê Kurdistanê.
Ji roja yekşem 9ê Gulana 2010 şûnde li bajarên Sine, Kamyaran, Mehabad, Seqiz, Şino, Pîranşar, Merîwan, Makû, Bokan, Dêwlan, Dîwandere, Urmiye û çend bajarên din ên Rojhilat rewşa awarte hatiye ragehandin û hezaran çekdar û hêzên ewlekarî yên Komara Îslamî di nav gund û bajarn digerin û kontrola bajar dikin. Hêzên dewleta Îranê ji ber tirsa serhildan û nerazîbûnên gelê Kurd bo ketine tevgerê.
Li gor daxwiyaniya çalakvanên sivîl û siyasî li Rojhilatê Kurdistanê biryar bû îro sêşem mangirtina giştî li bajarên Rojhilat bêl lidarxistin, lê mangirtina giştî bo roja pêncşem 13l Gulanê hat paşdexistin. Ji ber ku îro jî piraniya partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê daxwiyanî dan û daxwaz dikin roja pêncşem, 13ê Gulana 2010an, bibe roja mangirtina giştî li hemû Rojhilat. Rojnameger û çalakvanên sivîl û siyasî li hundirê Rojhilatê Kurdistanê jî biryara mangirtina îro sêşemê bo roja 13ê Gulanê paşdexistin.
Derbarê anîna hêz û çekdarên zêde bo bajarên Kurdistanê, endamê Polîtbroya PDKÎ Rustem Cehangîrî bo Rûdawnetê ragehand: “Berî darvekirina wan 5 girtiyên siyasî ew hêz hatibûn amadekirin ku bişînin bajarên Rojhilatê Kurdistanê, lewra ji roja yekşem 9ê Gulanê şûnde dewletê ew hêzên amadekirî şandin bajarên Rojhilatê Kurdistanê.”

No comments: