Monday, May 31, 2010

Hebîbula Letîfî 7ê Hezîranê nayê darvekirin

Hebîbula Letîfî 7ê Hezîranê nayê darvekirin

Parêzer Salih Nîkbext: "Hê biryara darvekirina Letîfî nehatiye hilweşandin"

Azad Kurdî

Dilê dayîka nexweş a Hebîbulla Letîfî, ji xem û kovana lawê xwe yê girtî pir teng bûye û dibêje: "Hun çi dikin bikin, tenê lawê min darvenekin." Dayik û bavê Hebîbulla di dema serdana Serokê Îranê Elî Xamineyî de bo Sine jê xwestibûn kurê wan efû bike.
Xwîşka girtiyê siyasî yê Kurd Hebîbulla, Îlahe Letîfî ragehand ku piştî wê mangirtina giştî ya sivîl a bo şermezarkirina kiryara darvekirina 5 girtiyên siyasî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê hat lidarxistin, wê nerazîbûnê bandoreke rasterast li ser darvekirina Hebîbulla Letîfî kiriye. Parêzerê Letîfî jî eşkere kir ku Hebîbula 7ê Hezîranê nayê darvekirin: "Lê hê metirsiya darvekirinê li ser maye."
Li gor biryarekê ku di civîna berpirsên ewlekarî û dadê yên Parêzgeha Sine de hatibû dan, biryar bû xwendekar û çalakvanê sivîl ê Kurd Hebîbulla Letîfî roja 7ê Hezîrana 2010an bê darvekirin, lê xwîşka navbirî diyar kir ku hê nediyar e birayê wê dê wê rojê bê darvekirin yan na: "Ji ber ku hê dosya wî li Tehranê ye û bo Sine nehatiye vegerandin."
Rayedarên Îranê roja 09.05.2010an çar girtiyên siyasî yên Kurd darve kirin, ev jî bû sedema nerazîbûneke berfireh li navxwe û derveyî Îranê. Bo şermezarkirin û nîşandana nerazîbûnê li beramberî wê kiryara dewletê, roja 13ê Gulanê mangirtineke giştî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê hat ragehandin. Di çend rojên borî de jî nûçeya rêvebirina biryara darvekirina Hebîbulla Letîfî ya 7ê Hezîranê hat belavkirin ku berê rayedarên Îranê soz ji Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî re dabûn biryara darvekirina navbirî cîbicî nekin.
Îlahe Letîfî da zanîn ku piştî belavbûna vê nûçeyê pirs şopandine, berpirsên Dadê li Sine bersiveke zelal nedane wan û hê biryara han ne sedî sed cidî ye. Îlahe wiha axivî: "Berpirsên Dadê dibêjin hê dosya Hebîbulla li Komîsyona Lêborînê ye û derbarê dosyê de lêkolîn tên kirin, heta dosya ji Tehranê venegere Sine, tiştek diyar nabe." Bi baweriya Îlahe, ji ber rewşa taybetî ya Rojhilatê Kurdistanê, dibe biryara darvekirina Hebîbulla neyê cîbicîkirin yan bê paşxistin: "Ji ber rewşa hestyar a niha li Kurdistanê, gumana darvekirina birayê pir kêm e."
Îlahe Letîfî eşkere kir ku birayê wê ji biryarê hatiye agahdarkirin, lê li gor Îlahe birayê wê nayê darvekirin û wiha dirêjî bi axavtina xwe da: "Ew xwepêşandan û mangirtina ku di çend rojên borî de li bajarên Rojhilatê Kurdistanê li dijî darvekirina çalakvanên Kurd hat lidarxistin, bandoreke mezin li dosya Hebîbulla kiriye û da neyê darvekirin. Lê em hê nigeran in û ji çarenûsa wî ne piştrast in."
Piştî mangirtina giştî ya bajarên Rojhilatê Kurdistanê, dû çalakvanên sivîl yên Kurd hatin azadkirin. Yek ji wan Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan li Kurdistanê Îclal Qewamî bû ku di dema mangirtinê de hatibû binçavkirin. Herwiha çalakvanê mafê mirovan Kawe Qasimî Kirmaşanî ku çend meh bû hatibû binçavkirin û di odeya takekesî de dihat ragirtin. Lê rayedarên Komara Îslamî ya Îranê zext û guşareke zêde xistine ser wan dikandarên ku di mangirtina 13ê Gulanê de beşdarî kiribûn: Di vê derbarê de civaknasê Kurd yê daniştvanê bajarê Seqiz Xalid Tewekulî, wiha axivî: "Piştî mangirtinê guşareke zêde xistine ser dikandarên Kurd bi taybet ên ku di grevê de beşdarî kiribûn."
Parêzerê Hebîbulla Letîfî, Mihemed Salih Nîkbext, ew yek red kir ku biryara darvekirina Letîfî hatibe hilweşandin; lê di wê roja diyarkirî de nayê darvekirin: "Dozgerê Giştî yê bajarê Sine got ew nûçe ne fermî ye, lê biryara darvekirina Hebîbulla nehatiye hilweşandin, niha dosya navbirî ku berê daxwaza lêborînê ji wî re habitû kirin bo Tehranê hatiye şandin."
Rûdawnet

No comments: