Saturday, May 29, 2010

Eger heye 3 girtiyên siyasî yên Kurd bên darvekirin

Dengê Azad: Li gor agahiyên saziyeke parêzerê mafê mirovan li Rojhilatê Kurdistanê, biryar e di dahatûyeke nediyar sê girtiyên siyasî yên Kurd li Îranê nişkêve werin darvekirin.

Rêxistina Dijî Îdamkirinê li Kurdistanê ku gelek çalakvanên wê li hundirê Rojhilatê Kurdistanê xebatê dikin, di daxuyaniyekê de ragehand, lêkolîn û agahiyên dawî behsa wêya dikin ku pêleke nû ya darvekirina girtiyên siyasî yên Kurd li girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê di rê de ye. Saziya han a li dijî cezayê darvekirinê li Kurdistanê eşkere kir, egera darvekirina Hebîbula Letîfî li girtîgeha bajarê Sine, Şêrko Mearifî li girtîgeha bajarê Seqizê û Zeyneb Celaliyan li girtîgeha Êvîn a Tehranê zêde ye.
Çalakvanên sivîl, siyasî û mafê mirovan li Kurdistanê piştî darvekirina 4 girtiyên Kurd di roja 9ê Gulana 2010an zêde nigeranê çarenûsa girtiyên din yên mehkûmkirî bi îdamê di girtîgehên Komara Îslamî de ne.

Çavkaniya han dide zanîn, egera wê di holê de ye, darvekirian wan sê girtiyên siyasî yên Kurd beriya salvegera hilbijartinên Serokkomariyê bê encamdan û aramnca dewletê ew e xelkê Rojhilatê Kurdistanê yê nerazî hêrstir bike û piştî nerazîbûna wan dest bi qirkirina xelkê bike û bi vî awayî tirsek mezin li sernaserê Îranê pêk bîne. Armancek din ya Komara Îslamî ew e ku bi vi riyê pêşiya rêveçûna civînên nerazîbûna xelkê bigre.

No comments: