Sunday, May 16, 2010

Çalakvanê Sivîl û endamê Civata Wêjeyî ya Merîwanê, Elî Mehmûdî 6 sal ceza xwar

Dengê Azad: Di berdewamiya zext û guşarên hêzên ewlekarî yên Komara Îslamî ya Îranê de bo ser çalakvanên siyasî, sivîl û çandî yên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, endamê Civata Wêjeyî ya bajarê Merîwanê, Elî Mehmûdî bi tometa hewildan li dijî ewlehiya netewî bi 6 sal cezayê girtîgehê hat Mehkûmkirin.

Çalakvanê civakî û sivîl, nivîskar û endamê Civata Wêjeyî ya bajarê Merîwanê, Elî Mehmûdî, ku payîza sala borî hatibû binçavkirin, Dadgeha Peydeçûnê 6 sal cezayê girtîgehê ku ji aliyê Dadgehê jê re hatibû xwestin, erê kir.
Malpera 'kurdane' diyar kir, Elî Mehmûdî ji mafê hebûna parêzer bêpar bûye. Dadgehê navbirî bi tometa hewildan li dijî ewlehiya netewî û bi sedema alîgiriya wî ji Komele, yek ji partiyên siyasî yên Kurdî ku ne qanûnî hatiye ragehandin, bi 6 salan cezayê girtîgehê mehkûm kir.

Elî Mehmûdî dê 6 sal sizayê xwe li Girtîgeha Merîwanê derbas bike û Civata Wêjeyî ya bajarê Merîwanê ragehandiye, bi sedema girtina Elî Mehmûdî malabat wî di warê aborî de rûbirûyê pirsgirêkên cidî yên aborî bûye. Ji ber ku çavkaniya dahata wê malbatê tenê li stoyê Elî Mehmûdî bûye.
Hêjayî gotinê ye, Çalakvana Mafê Jinan û Zarokan li Rojhilatê Kurdistanê û Endama Kampayna Yek Milyon Îmza bo guhertina qanûnên Îranê Perwîn Zebîhî, hevsera Elî Mehmûdî e. Perwîn Zebîhî jî zêdeyî 5 sal di girtîgehên Komara Îslamî de derbas kiriye û ji mafê karkirin di îdareyên dewletî de hatiye bêparkirin.

No comments: