Wednesday, May 5, 2010

Çarenûsa Girtiyekî Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ne diyare

Dengê Azad: Girtiyê siyasî yê Kurd, Ezîz Mihemedzade ku bi cezayê darvekirinê hatiye mehkûmkirin, ji Girtîgeha Navendî ya Bajarê Seqizê bo jora takekesî a destbisergeha ewlekariyê hatiye şandin û çarenûsa wê nediyar e.
Kampanyaya Berevanî ji Girtiyên Siyasî û Sivîl, di vê derbarê de raporek weşand û bal kişand ser rewşa girtiyê Kurd yê mehkûmkirî bi îdamê, Ezîz Mihemedzade û diyar dike, malbata Ezîz Mihemedzade bo şopandina rewşa lawê xwe serî li Îdara Ewlekariya bajarê Seqizê dane, lê berpirsên Ewlekariyê û Dadegha Seqizê propagandaya vêya dikin ku navbirî demekê berî niha hatiye azadkirin!
Kampanyaya Berevanî ji Girtiyên Siyasî û Sivîl, di berdewamiya rapora xwe de eşkere dike, Ezîz Mihemedzade di rewşeke pir xerab de ye û tenduristiya wî di warê cesteyî û pîskolîjîk de gelek aloz e. Rapor destnîşan dike, girtiyê Mehkûmkirî bi cezayê darvekirinê, Ezîz Mihemedzade, di tevahiya lêpirsînên xwe de red kiriye ku bi tu şeklekê peywendî ligel partiyên Kurdî yên opozîsyona dewleta Îranê hebe û li ser bêgunehbûna xwe tekez kiriye.
Çavkaniya han dide zanîn, Ezîz di mala xwe de hatiye binçavkirin û heta niha tu belgeyek li dijî navbirî nehatiye selimandim û îşkencekarên girtîgehê bi şeklên ne mirovane û ne qanûnî pê re tevdigerin.
Ezîz Mihemedzade, niha di rewşeke ne diyar de ye û metirsiya mirinê herdem gefê li jiyana wî dike.
Malbata navhatî jî çendîn car serî li sazî û dezgehên dewletê dane, lê heta niha tu agahiyek derbarê çarenûsa lawê xwe bidest nexistine.
Ezîz Mihemedzade, ji aliyê Dadgeha Şoreş a Seqizê bi tometa şer ligel xwedê (Muharibe) û xebat li dijî ewlekariya netewî bi riya alîkarîkirin bi partiyên Kurd ên opozîsyona Îranê, bi sizayê lidarvekirinê hatiye mehkûmkirin.

No comments: