Tuesday, May 4, 2010

Girtiyê Kurd yê mehkûmkirî bi îdamê, Husên Xizrî di rewşeke nebaş de ye

Dengê Azad: Hat ragehandin, girtiyê Kurd yê mehkûmkirî bi îdamê, Husên Xizrî, di rewşeke pir xerab de ye, tendurustiya wî di metirsiyê de ye û ji Girtîgeha Urmiyê bo cîheke ne diyar hatiye şandin
Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan li Îranê, ragehand, Husên Xizrî ku berê ji aliyê Dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê ve bi cezayê darvekirinê hatibû mehkûmkirin, di rewşeke gelek nebaş de ye û tenduistiya wî gihaye rewşeke pir xerab. Li gor agahiyên ku li hundirê girtîgehê hatine ragehandin, Husên Xizrî ji sedî 25ê dîtina çavên xwe ji dest daye û gelek bi dijwarî dikare bibîne. Navbirî di mehên yekem yên binçavkirinê de bi dijwarî hatibû îşkencekirin, lewra roj bi roj rewşa tenduristiya wî xerabtir bûye û nehatiye dermankirin.
Ligel vê rewşa nebaş ya Husên Xizrî, berpirsyarên girtîgehê nahêlin navbirî bê dermankirin û gelek astnegan pêk tînin.
Biryara îdamkirina Husên Xizrî di Dadgeha Peydçûnê de hatiye erêkirin û berpirsên Girtîgeha Urmiyê pir car gefa rêvebirina biryarê darvekirinê ji navbirî kirine.
Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan li Îranê, di raporekê de eşkere kir, ev girtiyê Kurd yê mehkûmkirî bi îdamê di dema dagehîkirinê bê parêzer bûye û ji wî mafê xwe hatibû bêparkirin. Hat diyar kirin, demek e Husên Xizrî ji Girtîgeha Urmiyê bo cîheke ne diyar hatiye şandin û çalakvanên mafê mirovan û malbata wî nigeran in ku wî lidarve bikin.
Husên Xizrî bi tometa dijberîkirin ligel sîstema Komara Îslamî bi riya alîkarîkirin ligel Partiyên Kurdî bi cezayê darvekirinê hatiye mehkûmkirin û piştî nerazîbûn li hemberê wê biryarê, Dadgeha Peydeçûnê biryar erê kiriye. Tometek ku bikarin bi hêsanî bikarin biryarên giran bi ser çalakvanên siyasî û sivîl ên Kurd li Rojhilatê Kurdistan bidin sepandin.

No comments: