Tuesday, May 18, 2010

13ê Gulanê Rojhilat bêdeng bû

Endamê Polîtburoya PDKÎ Rustem Cehangîrî: Komara Îslamî giringiyê nade Kampanya û çalakiyên sivîl!

Azad Kurdî

Piştî darvekirina 5 girtiyên siyasî roja 9ê Gulana 2010an li Îranê ku 4 jê Kurd bûn, jimareyek çalakvanên sivîl û siyasî li Rojhilatê Kurdistanê bo raya giştî daxwiyaniyek belav kirin û xwestin gel mangirtina giştî rêve bibin û bi wê helkeftê roja pêncşema borî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê şîn û mangirtina herî mezin hat lidarxistin.



Partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê jî di daxwiyaniyên cuda de, roja pêncşem 13ê Gulanê wek roja mangirtina giştî ya xelkê Kurdistanê ragehandin û ji xelkê xwestin dikan û bazarên xwe venekin û neçin ser kar. Ev jî bû sedem ku hezaran çekdar û hêzên ewlekarî yên Îranê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bên komkirin. Hêzên dewletê zêde bo Sine, Kamyaran, Mehabad, Şino, Bokan, Rewanser û Pîranşarê hatibûn şandin. Li piraniya bajaran rewşa neasayî hat ragehandin, lê roja 13ê mehê greva herî mezin û berfireh li bajarên Sine, Kamyaran, Dêwlan, Pawe, Merîwan, Seqiz, Bokan, Mehabad, Şino û Selmasê hat lidarxistin.
Hevdem ligel wê mangirtinê, Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan li Kurdistanê Îclal Qewamî, li bajarê Sine ji aliyê hêzên Ewlekariya Komara Îslamî ve hat binçavkirin. Qewamî piştî darvekirina wan pênc girtiyên siyasî daxwiyanî dabûn çapemeniyê û ragehandibû: "Bajarên Kurdistanê hatine mîlîtarîzekirin" û piştgiriya xwe bo wê mangirtinê pêşan dabû. Qewamî wiha gotibû: "Pêşbînî dikim xelkê Kurdistanê bi germî biçin pêşwaziya wê mangirtinê, lewra di rojên borî de gelek hêz bo bajarên Kurdistanê hatine şandin û bajar ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tên kontrolkirin."



Di vê derbarê de endamê Polîtburoya PDKÎ Rustem Cehangîrî, wiha axivî: "Dewletê çend roj beriya darvekirina wan pênc girtiyên siyasî hêzên xwe amade kiribûn û ji tirsên serhildan û nerazîbûna gel, pir hêz şandine bajarên Rojhilat."



Bi baweriya hinek çavdêrên siyasî, bo rizgarkirina wan girtiyên siyasî yên Kurd bi awayekî berfireh kar nehat kirin, loma Îranê karî wan bi asanî darve bike. Li gor Rustem Cehangîrî organîzekirina kampanya dijî darvekirina wan girtiyan pir pêwîst bûn, ji be kampanya û çalakiyên bi vî awayî li beramberî hikûmetekê bandorê dikin da ew dewlet rêz li dîtin û nerînên civaka xwe û raya giştî bigre: "Sîstema Komara Îslamî berevajî wêya ye, çiqas zêde guşarê jê re bînin, bêhtir xelkê qir dike û dikuje, Îran girîngiyê nade wan corên kampanyayan."

 
Xebata sivîl niha bûye karê piraniya partî û saziyên sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê, lê bi baweriya Endamê Komîta Navendî yê Komela Zehmetkêşên Kurdistanê Aram Muderisî, hê kultura rêveçûna sîstematîk a nerazîbûnên sivîl û grevan li Rojhilatê Kurdistanê cîh negirtiye: "Ger me bikariya roja piştî darvekirina Ferzad Kemanger û hevalên wî, bi awayekî giştî mangirtina sivîl lidar bixin, tiştekî baş dibû." Muderisî helwêstgirtin û belavkirina daxwiyaniyan bo mangirtina 13ê Gulanê ji aliyê piraniya partiyên siyasî û saziyên sivîl li Rojhilat wek gavek giring û baş dihesibîne û nerînên xwe wiha tîne ziman: "Eger hevahengî di navbera partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê û çalakvan û rêxistinên sivîl li hundir hebûya gelek baştir dibû."

Li gor Aram Muderisî, lidarxistina kampanyan beriya çêbûna bûyeran tiştekî baş e, lê sazî û dezgehên Komara Îslamî zêde balê nadin wan çalakiyan: "Ji ber ku di Îranê de biryara darvekirina girtiyên siyasî zêde di destê Wezareta Ewlekarî û Sipaha Pasdaran de ye. Wek mînak sala borî me kampanyayek pir berfireh bo Êhsan Fetahiyan lidarxist, lê bê encam bû û Êhsan hat darvekirin. Bo van girtiyan jî kampanyayên mezin hatin lidarxistin, lê tu encam nebû."
Lê Endamê Polîtburoya Komela Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê (KŞZKÎ) Mihemed Şafeî, bi tevahî wiha nafikire: "Helwêstgirtin û guşarên navneteweyî bandorê li Komara Îslamî dikin, zêde kar bo van pênc girtiyan hat kirin, bi taybet bo Ferzad Kemanger. Lê ji bo ku pêşgîriya bûyerên wek darvekirina wan pênc girtiyên siyasî bê girtin, divê em vê xebatê bi awayekî berfirehtir bimeşînin û hewildanên me hene."
Mihemed Şafeî derbarê wê bûyerê de ku civaka Kurdistanê hejand, nerînên xwe wiha anîn ziman: "Gelek baş dibû ku hemû partiyên siyasî di daxwiyaniyeke hevbeş de ji xelkê daxwaz bikirana mang bigrin." Endamê Polîtburoya KŞZK-Î Şafeî dibêje, bi sedema ku salvegera serhildanên sala borî yên piştî hilbijartinên Serokkomariyê nêzîk in û pêşbînî tê kirin dûbare xwepêşandanên berfireh çêbin, Komara Îslamî ew pênc girtî darvekirin: "Hikûmeta Îranê dixwaze bi van karan gel çavtirsandî bike û evna îdamên siyasî bûn."

Herçiqas Bereya Yekgirtî ya Kurd ku rêxistineke qanûnî ye, di daxwiyaniyeke taybet de darvekirina pênc girtiyên siyasî şermezar kir û xwest pêla darvekirina li Îranê bê sekinandin, lê tenê hêzek bû ku ji gelê Rojhilat nexwest di mangirtina giştî de beşdar bin. Berdevkê wê Eniyê Dr. Rehîm Ferehmend ragehand: "Me bi fermî daxwaz nekiriye ku gel grevê bigrin, lê li gor me karekî baş e, lê pirsgirêk di wir de ye ku tu aliyek guh nade van corên çalakiyan."

No comments: