Monday, May 10, 2010

Rojnameger û çalakvanên siyasî û sivîl yên Rojhilatê Kurdistanê, roja 11ê Gulanê wek mangirtina giştî li Rojhilat Ragehandin

Komek ji rojnameger û çalakvanên siyasî û sivîl yên Rojhilatê Kurdistanê daxwiyaniyek bo raya giştî belav kirin û daxwaz dikin bo rêzgirin û bibîranîn û herwiha şermezarkirina 5 girtiyên siyasî yên Kurd roja sêşem 11ê Gulana 2010an bibe roja mangirtina giştî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê.
Di wê daxwiyaniyê de ku kopiyek bo me hatiye şandin, wiha hatiye ragehandin: "Darvekirina û ji holê rakirina fîzîkî ya jiyana mirovan şêwaza kevin û cezakirinê li cîhana kevin û sedsalên berê yên jiyana civakî ye. Rêvebirina cezayê darvekirin û kuştina neyarên siyasî li Îranê di halekê de tê meşandin ku di civakên modern de cezayên din li cîhê wê tên danîn. Lewra dokumentên navneteweyî yên mafê mirovan napejirînin ku darvekirin bi ser mirovan bê meşandin."
Di berdewamiya wê daxwiyaniya rojnameger û çalakvanên siyasî û sivîl yên Rojhilatê Kurdistanê de amaje bi pêvajoya darvekirina neyarên dewletê tê kirin û hat ragehandin: "Dewleta Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka desthilata xwe di sala 1979an de, sezayê darvekirinê wek alavek bo jiholêrakirina neyarên siyasî berçav girtiye û ev awayê dijî mirovane bo tunekirina rewşenbîr û çalakvanên siyasî heta îro didomîne."
Daxwiyaniya han balê dikşîne ser wêya ku pêvajoya darvekirina çalakvanên siyasî û sivîl di wan herêman de ku netewên Îranê dijî û cudahiya zimanî û olî bi navendê re hene xurtitr û berfirehtir dimeşe.
Daxwiyaniya rojnameger û çalakvanên siyasî û sivîl yên Rojhilatê Kurdistanê, mînaka herî dawî ya darvekirina 4 girtiyên siyasî yîn Kurd û girtiyekî din yê siyasî di roja 9ê Gulana 2010an li Girtîgeha Êvîn a Tehranê bibîr tîne û îdamkirina wan pênc girtiyên siyasî wek bûyereke ne çaverêkirî û dijî qanûnên handir û navnetewetî dihesibîne. Daxwiyaniya han destnîşan dike: "Ev darvekirin ku tenê çend meh piştî îdamkirina Êhsan fetahiyan û Fesîh Yasemenî tê meşandin, derdixe holê ku tundûtûjiya dewleta Îranê li dijî welatiyên Kurd bihêztir dibe."
Rojnameger û çalakvanên siyasî û sivîl yên Rojhilatê Kurdistanê raya giştî hişyar dikin ku jiyana çendîn girtiyên siyasî yên Kurd ên din jî di metirsiyê de ye û radigehînin: "Jiyana jimareyek zêde ji girtiyên siyasî yên Kurd ku ji Dadgehên Komara Îslamî ya Îranê biryara darvekirine wergirtine, di metirsiyeke cidî de ye. Darvekirina berdewam a keç û xortên Kurdan û berfirehbûna tundûtûjî li dijî welatiyên Kurd ji aliyê navend û saziyên ewlekarî û dadwerî yên Komara Îslamî ya Îranê netewa Kurd û hemû wijdanên şiyar birîndar û xembar kiriye."
Di dawiya daxwiyaniyê de tê xwestin roja 11ê Gulanê bibe roja mangirtina gişt li Rojhilatê Kurdistanê: "Di vê rewşa dijwar de, bo pêşîgirtin ji ne dûbarebûna van kiryarên ne mirovane û rêzgirtin ji hestên birîndarbûyî yên netewa Kurd, tê çaverêkirin hemû kesayetî, grûb û komele û saziyên parêzvanên mafê mirovan li hundir û derveyî welat bi taybet rêxistinên mafê mirovan ên navneteweyî li beramberî domkirina van darvekirinan bêdeng nesekinin û nerazîbûnên xwe li dijî van kiryarên cinayetkarane yên karbidestên Komara Îslamî ya Îranê berfirehtir bikin. Em ji gelê bi xem yê Kurd dixwazin roja sêşem, 11ê Gulana 2010an bi helkevta rêûresma sêyemîn roja van şehîdan bi awayekî giştî li bajarên Kurdistanê man bigrin û bi vê riyê bêzarî û nerazîbûna xwe li hemberî vê cinayetê bidin nîşandan û bibin astengek li ser rêya domkirina tundûtûjiya dewletê li Kurdistanê."

No comments: