Monday, May 10, 2010

Dijî Darvekirinan Li Bajarên Rojhilatê Kurdistanê şîn e

Dengê Azad: Îro duşem, 10ê Gulanê li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê şîna darvekirina 5 girtiyên siyasî ye.
Piştî darvekirina 5 girtiyên siyasî ku 4 jê Kurd bûn, jimareyek zêde ji esnaf û çalakvanên sivîl ên herêmên Kurdan bi taybet li bajarên Kamyaran û Sine daxwiyaniyek belav kirin û daxwaz ji gel kirin bi sedema vê bûyerê, di şîna giştî ya îro de li van bajaran beşdariyê bikin.
Çalakvanên sivîl yên Rojhilatê Kurdistanê ragehandin, ew bi vê tevgera aram û aştîxwazane dixwazin bêzarî û nerazîbûna xwe li beramberî rêvebirina biryara darvekirina van çalakvanên siyasî bidin nîşandan. Çavkaniyên ne fermî radigehînin, dibe îro û rojên dahatû gelek bazarî dikanên xwe bi vê mebestê girê bidin.

Partiyên siyasî û gelek çalakvanên siyasî û sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê dixwazin li derveyî welat jî çalakiyên şermezarkirinê lidar bixin.

Hêjayî gotinê ye, roja yekşem, 9ê Gulana 2010an 5 girtiyên siyasî Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan, Ferhad Wekîlî, Şîrîn Elem Hulî û Mehdî Îslamiyan li Girtîgeha Êvîn a Tehranê hatin darvekirin.

No comments: