Wednesday, May 12, 2010

Îran Cenazên Girtiyên Darvekirî Nade Malbatên Wan

Dengê Azad: Karbidestên Dadê û Ewlekariya Komara Îslamî ya Îranê bersiva dawî dan malbatên Kurd ku zaroyên wan roja 9ê Gulanê hatibûn darvekirin û gotin; ‘’ Dê hikûmet bi xwe termên wan veşêre û piştre cîhê veşartina wan ji malbatan re eşkere bike.

Di daxwiyaniyeke taybet de, Xelîl Behramiyan parêzerê sê ji 5 girtiyên siyasî yên ku roja 9ê Gulanê li Tehranê hatin darvekirin, ragehand: "Doh sêşemê navendên dad û ewlekariya Komara Îslamî bersiva dawî dan me û gotin em bi tu awayekî cenazên girtiyên darvekirî radestî malbatên wan nakin. Hikûmet dê bi xwe wan veşêre û piştre cîhê veşartina wan bo malbatan eşkere bike."

 
Xwîşka girtiyê siyasî yê Kurd Ferzad Kemanger, Şîrîn Kemanger jî nûçeya han piştrat kir û wiha axivî: "Em malbatên her 5 girtiyên siyasî yên darvekirî hatine Tehranê da meytên xwe werbigrin, lê mixabin heta niha bersiva wan her nigatîv bûye."

 
Şîrîn Kemanger sedema vê biryarê jî bo karbidestên hikûmetê li Parêzgeha Sine vegerand û got: "Îdareya Ewlekarî ya Sine rê nade ku meytên girtiyên darvekirî bo Kurdistanê bên vegerandin. Ew bawer in, eger cenazên girtiyan bînin Kurdistanê dê serhildan çêbibe û kontrol ji destê wan derdikeve."

Herwiha ji ber tirsa nerazîbûna gel malên wan girtiyên siyasî li Rojhilatê Kurdistanê di bin çavdêriya hêzên ewlekariyê de ne û hatin û çûna wan malan hatiye astengkirin.

No comments: