Saturday, February 4, 2012

Hevwelatiyekî Kurd li Selmasê bi cezayê darvekirinê hat mehkûmkirin

Dengê Azad - CAPK: Hevwelatiyê Kurd ê bajarê Selmas li Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Riza Îsmaîlî, hefteya borî ji aliyê Dadgeha Şoreşa Selmasê ve bi tawana 'Muharibe' bi cezayê giran ê darvekirinê hate mehkûmkirin.

Çalakvanên Mafê Mirov li Îranê ragehand, hevwelatiyê sivîl ê bajarê Selmasê Riza Îslamîlî (Mamedî) yê temen 34 sal, hefteya berê bi cezxayê darvekirinê hatiye mehkûmkirin. Riza Mamedî ku niştecihê gundekî derdora bajarê Selmasê ye, heyamê 5 mehan beîr niha ji aliyê hêzên ewlekariya Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Selmasê tê girtin. Navbirî bi suça 'Muharibe' (şer bi xwedê re) ku bi sedema alîkarî û çalakiyên wî ligel yek ji partiyên Kurdî yên dijî hikûmetê hatiye diyarkirin, bi vî cezayê giran hatiye mehkûmkirin.

Li gor rapora Çalakvanên Mafê Mirov li Îranê, Riza Mamedî ku demeke dirêj di destbisergeha Wezareta Ewlekariya Îranê ya bajarê Selmasê de hatibû ragirtin, niha di girtîxaneya wî bajarê Kurdistanê de dimîne û li benda rêvebirina cezayê darvekirinê ye.

Hêjayî gotinê ye ku Riza 2 sal berî niha di bûyera teqîna gaza mala wî û agirketina malê, hevser û du zarokên xwe ji dest daye.

Derkirina cezayê darvekirinê ji bo vî hevwelatiyê Kurd li Selmasê, berevajî hemû pîvan û rêbazên navneteweyî û bi taybet peymanmreya Navneteweyî ya Mafên Sivîl û Siyasî ye. Ji ber ku li gor vê peymannameyê nabe kes ji ber nerîn û dîtinên xwe were şopandin û êşandin. Mafê her mirovekê ye ku nerîn û ramanên xwe bi azadî bîne ziman. Nabe mafê jiyan, azadî û ewlehiyê ji tu mirovekê were standin.

Lê li Rojhilatê Kurdistanê her sal ji ber çalakiyên siyasî û sivîl û ramanên wan, hevwelatiyên Kurd û azadîxwazên neteweyên din bi cezayê darvekirinê tên mehkûmkirin. Li gor serhejmariyên ku beşa Ragihandina CAPK'ê kom kiriye, niha 25 girtiyên siyasî yên Kurd li Îranê li benda rêveçûna cezayê darvekirinê ne ku navê wan ev in:

1. Reşîd Axkendî, 2. Elî Efşarî, 3. Hebîb Efşarî 4. Seyîd Samî Husênî, 5. Enwer Rostemî, 6. Ebdula Sroriyan, 7. Mustefa Selîmî, 8. Hesen Taleî, 9. Hebîbula Gulperîpûr, 10. Hebîbula Letîfî, 11. Ezîz Mihemedzade, 12. Seyîd Cemal Mihemedî, 13. Loqman Muradî, 14. Zanyar Muradî, 15. Şêrko Mearifî. 16. Riza Îslmaîlî (Mamedî), 17. Bêhrûz Alxanî, 18. Yawer Rehîmî, 19. Esxer Rehîmî, 20. Bêhnam Rehîmî, 21. Moxtar Rehîmî, 22. Behmen Rehîmî, 23. Merdan Melikî, 24. Hesen Frohîdê, 25. Mihemed Ebdulahî.

Ji xeynî van 16 kesan, çendîn girtiyên din ên siyasî yên Kurd biryara wan hatiye betalkirin ji bo hepsa heta hetayî. Herwiha zêdeyî 200 hevweltiyên Kurd bi tawanên din ên xeynî siyasî hatine mehkûmkirin. Di sala 2011'an de hikûmeta Îranê 600 hevwelatî herî kêm darve kirine.

No comments: