Sunday, February 12, 2012

Kurdistan û hilbijartinên meclîsa nehem

Azad Kurdî

 
Di nivîsara hejmara berê de, me qala giringiya hilbijartinan di çarçoveya sîstemek demokratîk de kir û herwiha me çawaniya rêveçûna hilbijartinan di sîstema Komara Îslamî ya Îranê de şirove kir. Di vî nivîsarê de emê li ser rojeva hilbijartinên gera nehem a Meclîsa Şêwra Îslamî ya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê, bi kurtî jî be bisekinin.

Du mehan berî destpêbûna navnivîsîna berbijarên gera nehem a hilbijartinên Meclîsa Şêwra Îslamî ya Îranê, piraniya rêxistin û partiyên siyasî û sivîl ên Kurd, di daxuyaniyên cuda û hevbeş de, hilbijartinên vê gera Meclîsa Îranê boykot kirin. Hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê hilbijartin di çarçoveya Komara Îslamî û qanûnên wê de ne demokratîk dizanin û berevajî rêbaz û pîvanên demokratîk û demokrasiyê şirove dikin.

Her wek çavdêrên siyasî berî destpêbûna proseya navnivîsîna berbijarên gera nehem a hilbijartinên Meclîsa Îranê pêşbînî dikirin, vê carê hikûmetê piraniya nûnerên rexnegir yên heta ku niha di meclîsa heştem de parlamenter in û herwiha kesên ne girêdayî dewletê ku nû xwe berendam kiribûn, ji beşdarîkirin di prosesa hilbijartinan de bêpar kirin. Konseya Parêzvan (Şêwra Nobedar) ku ji Meleyên tundrew û girêdayî serokê olî yê rejîmê pêk tê, kêrhatîbûna berbijarên hemû hilbijartinan li Îranê kontrol dike û dinirxîne, kesên naskirî, cihê baweriya xelkê û rexnegir nayên qebûlkirin û ji mafê berbijarbînê tên bêparkirin.

Lê vê carê zêdeyî nûnerên Kurd ên bajarên Rojhilatê Kurdistanê ku niha di Meclîsê de ne, ligel gelek kesayetiyên naskirî û cihê baweriya neteweya Kurd ku nû xwe berbijar kiribûn, hatin redkirin. Ev pêngava Konseya Parêzvan a Komara Îslamî ya Îranê bû sedem, ev rêjeya kêm a xelkê ku berê li Kurdistanê di hilbijartinan de beşdarî dikirin, tevlî enî û kampanya boykotê bibin. Ji xwe çendîn sal in, neteweya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji ber ne demokratîkbûna hilbijartinên ku di sîstema Komara Îsêamî ya Îranê de tên rêvebirin, boykot dikin.

Eniya Yekgirtî ya Kurd ku saziyek qanûnî ya Kurdan e li Îranê, hilbijartin boykot nekirin! Vê carê çend berbijar dan naskirin, lê hemû berendamên vê rêxistinê jî hatin redkirin û nikarin tevlî kampanya hilbijartinan bibin ku biryare di meha Adara 2012’an de rêve biçin.

Herwiha ligel nûner û bernedamên Kurd, nûnerên rexengir û nerazî û kesayetiyên naskirî yên neteweyên din ên Îranê jî nehatine qebûlkirin. Ji laiyekî din jî, reforxwazên nav hikûmeêt jî vê carê hilbijartin boykot kirine.

Rayedarên Komara Îslamî li vê rewşa hestyar ku herêma Rojhilata Navîn tê derbas dibe û di asta navxwe û navneteweyî de ligel kirîzên gelk cidî û xurt rûbirû bûye, ji her demê zêdetir hewceyî bi meclîsek yekdest, yekreng û hevbîr heye, da ku sîstema wan ya dîktator tekûz be û bi tebahî bikemile. Nerazîbûn û xwepêşandanên piştî hilbijartinên Serokkomariyê a 2 sal berî niha, tirs û xofek mezin derbarê egera serhildana neteweyên Îranê di dilê wan de pêk aniye. Loma hemû kesayetiyên rexnegir û nerazî û cihê baweriya xelkê vê carê ji mafê berbijarbûnê bêpar kirin. Herçiqas çûyîna wan nûneran berê jî nekarîn tu pirsirêkên siyasî, aborî, civakî û kultûrî yên neteweya Kurd û gelên din ên Îranê çareser bike. Lê vê carê ev derfeta gelek biçûk jî ji wan kesayetiyan jî standin.

Tometa ku kesayetiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê pê re hatine tawanbarkirin û nehatine qebûlkirin, girêdayîbûna wan bi partî û rêxistinên siyasî yên îlegal ên Kurd hatiye destnîşankirin. Sucek ku sedan çalakvanên siyasî û sivîl li Rojhilatê Kurdistanê bi hêsanî bi vê tometê û ... bi cezayên giran ên girtîgehê mehkûm kirine û gelek jî darve kirine û dikin.

Di rewş û atmosferek wiha xurt a ewlekarî de ku li Kurdistanê heye û bi van rêbazên ne demokratîk, nehemîn gera hilbijartinên Meclîsa Şêwra Îslamî ya Îranê ligel pêşwaziyek sar a Kurdsan rûbirû dibe û boykot gelek ji berê berfirehtir dibe.

çavkanî: Duheftînameya Agirî hejmar 176



No comments: