Saturday, February 4, 2012

Li girtîgeha Urmiyê girtiyek Kurd dest bi gireva birçîbûnê kir

 Dengê Azad - CAKP: Hate eşkerekirin ku girtiyek Kurd li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê ji sê roj berî niha ve dest bi gireva birçîbûnê kiriye. 2 birayên vî girtiyê siyasî yê Kurd bi cezayê îdamê hatine mehkûmkirin, dayîk wan ji ber bihîstina nûçeyê han rastî kirîza dil hatiye û jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Çepemeniya Çalakvanên Mafê Mirov li Îranê di raporekê de eşkere kir ku girtiyê siyasî yê Kurd Ceifer Efşarî li Girtîgeha Navenî ya Umriye dest bi gireva birçîbûnê kiriye. Navbirî vê dawiyê bi tometa hewildan li dijî ewlehiya neteweyî, ji aliyê Dadgeha Şoreş a Mehabadê ve bi 5 sal cezayê girtîgehê hatiye mehkûmkirin û divê hikmê xwe li girtîxaneya Urmiyê derbas bike.

girtiyê siyasî yê Kurd Ceifer Efşarî, bi nîşana nerazîbûn li hemberî vê biryarê û nedana dadnameyê ji aliyê berpirsiyarên girtîxaneyê ve ji bo nivîsandina nerazîbûna fermî li hember vê biryara dadgehê ji bo navbirî, ji sê roj berî niha ve di hepsa hejmar 12 a girtîxaneya Urmiyê dest bi gireva birçîbûnê kiriye.

Hêjayî gotinê ye ku 2 birayên vî girtiyê Kurd bi navên Hebîb û ELî Efşarî ji aliyê Dadgeha Şoreş a Mehabadê ve bi suça 'Muharibe' ango şer ligel Xwedê bi cezayê darvekirinê hatine mehkûmkirin. Li gor agahiyan, dayîka wan du girtiyên siyasî yên Kurd piştî ku nûçeyê derkirina cezayê îdamê ji bo du lawên xwe zaniye, rastî kirîza dil hatiye û jiyana xwe ji dest daye.

No comments: