Thursday, August 11, 2011

Parlamentoya Kurdistanê topbarana Îranê bo ser Herêma Kurdistanê şermezar kir

Dengê Azad - Kurdpa – Kurdistan Tv: Parlamentoya Kurdistanê duh sêşem 9ê tebaxa 2011an dawî li rûniştina xwe ya neasayî derbarê topbarankirina sînorên Herêma Kurdistanê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve anî û daxuyaniyeke 12 xalî li dijî topbaranên Îranê pesend kir.

Di rûniştina duyem a neasayî ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê de ku taybet bû bi nirxandina pirsa topbarankirina navçeyên sînoî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê, daxuyaniyek ku 12 xal tê de hatibû cihkirin, ji aliyê Berpirsê Lijneya Yasayî ya Parlamentoyê Şêrwan Heyderî ve hat xwendin ku tê de ligel şermezarkirin tund a toparankirinan, komek xal û rasipartinên taybet ketin berbas.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye: “Pêwîste Îran di cih de topbaranê rawestîne, girêdayî rêbazên navnetewî û mafê cîrantî yê navbera herdu welatan be.”

Di xaleke din a daxuyaniyê de daxwaz ji saziyên ser bi Rêxistina Neteweyên yekgirtî hatiye kirin ku ji bo rawestandina topbarankirinê bikevin nav hewldanan. Hevdem daxwaz ji rêxistinên mafê mirov ên navdewletî jî hatiye kirin, ku serdana navçeyên ser sînor bikin, bûyer û zereran heyî tomar bikin û ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin.

Di xaleke din a daxuyaniyê de daxwaz ji Hikûmeta Navendî ya İraqê hatiye kirin ku wek erkê xwe yê sereke bo çareserkirin û rawestandina topbaranê hewldanên xwe yên tundtir bike.

Di xaleke din a wê daxuyaniyê de behsa rekên lijneyên taybet ên parlamentoyê, wezaretên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bor bihawardeçûna kesên zerer dîtîne, hatiye kirin.

Di dawî de daxwaz ji hemû aliyekê hatiye kirin hemû rê bi diyalogê tên çareserkirin û rêya herî baş bo çereserkirin û dawîlêanîna vê pirsê diyalog û danûstan e.

No comments: