Thursday, August 11, 2011

Hêzên Amerîka: Em amade ne sînorên Herêma Kurdistanê biparêzin

Dengê Azad - Kurdpa: Berdevkê hêzên Amerîka li Iraqê ragehand, ew amade ne ku sînorên Herêma Kurdisanê biparêzin ji bo ku pêşiya êrîşên ji derve tên kirin, bigirin.

 
Malpera ‘sibey’ belav kiriye, Berdevkê Hêzên Amerîka li Iraqê ‘Gen Jeffrey Buchanan’, topbarankirina navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Îranê binpêkirina lihevhatinên navdewletî da zanîn û got: “Ger hikûmeta Iraqê daxwaz ji me bike, em amade ne bi mebesta rawestandina topbaranê, hêzên xwe bişînin ser sînorê Herêma Kurdistanê.”

 
Piştî ku biryar bû dawiya îsal Amerîka hêzên xwe ji Iraqê vekişîne, Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî, daxwaz ji hikûmeta Amerîka kiriye beşek ji hêzên leşkerî yên wî welatî li Kurdistanê bimînin.

 
Di encama topbaranên hikûmeta Îranê bo ser herêmên ser sînor ên Herêma Kurdistanê de, nêzîk 32 gundên deverê vala bûne û hevdem jî 11 hevwelatî birîndar û 3 hevwelatiyan jî jiyana xwe ji dest daye.

No comments: