Thursday, August 11, 2011

Çar girtiyên Kurd li girtîgeha Bîcarê dest bi gireva birçîbûnê kirin

Dengê Azad - Kurdpa: Çar girtiyên Kurd ku roja duşem 25ê tîrmeha 2011an, ji girtîgeha bajarê Merîwanê bo hepsa Bîcarê hatibûn veguhestin, bi sedema vê yekê ku du hefte dibe dest bi gireva birçîbûnê kirine, di rewşeke gelek xerab a tendurustiyê de ne.
Zêdeyî du heftan e ku 4 girtiyên Kurd bi navên Hesen Nexter Semend, Zekerya Xudakeremzade, Seyvan Batûbe û Ferşad Kemanger li girtîgeha Bîcarê dest bi gireva birçîbûnê kirine û berpirsyarên hepsê jî bona astengan ji wan re derxin, pêşiya peywendiyên telefonî û hevdîtinên wan bi malbatan re girtiye.

Berpirsyarên girtîgeha Bîcarê girtiyên Kurd tehdîd bi vê yejê kirine ku heta dawî li gireva xwe ya birçûbînê neînin, mafê peywendiya bi telefon û hevdîtina bi malbatan ji wan re nayê dan.

Roja sêşem 25ê tîrmeha 2011an, bi sedema derketina şer û pevçûnan di navbera girtiyên hepsa Merîwanê û berpirsyarên wê de, 8 girtî ketin be lêdan û îşkenceyê û piştre 4 ji wan bo girtîgeha bajarê Bîcarê û 4 kesên din jî bo girtîgeha bajarê Gurwe hatin veguhastin.

No comments: