Thursday, August 11, 2011

Li Girtîgeha Mehabadê 2 girtiyan jiyana xwe ji dest dan

Dengê Azad - Kurdpa: Şeva borî 2 girtiyên hepsa bajarê Mehebadê ji ber kirîza dil û nexweşiyê jiyana xwe ji dest dan.

Şeva borî girtiyekî asayî yê hepsa Mehabadê bi sedema kirîza dil jiyana xwe ji dest da. Ajansa Nûçegihaniya ‘mukrian’ di vê derbarê de ragehnad, şeva borî demjimêr 22ê şevê 7ê tebaxa 2011an, girtiyekî asayî yê hepsa Mehabadî bi navê Elî Eşkan (65) bi sedema zexta xwînê û kirîza dil li navneda dermanî a girtîgehê canê xwe ji dest da.

Çavkaniya nûçeyê diyar kir ku yek ji sedemên mirina Elî Eşkan ê 65 salî vêna bûye ku gelek dereng ji bo çareseriya dermanî şandine nexweşxaneyê.
Herwiha Ajansa Nûçegihaniya ‘mukrian’ eşkere kir, îro serê sibehê 8ê tebaxa 2011an, girtiyekî din bi navê Xebat Ehmedî ku nexweşiya demarên mejî hebû, li navenda dermanî ya girtîgeha Mehabadê jiyana xwe ji dest da.

Heta dema amadekirina vê nûçeyê, derbarê sedemên mirina Xebat Ehmedî ti agahiyek nehatiye zanîn.

Hêjayî gotinê ye, piştî mirina vî girtiyê hepsa Mehabadê, hejmarek ji girtiyên benda 1 a girtîgeha Mehabadê nerazîbûn nîşan dan û grevek berfireh lidarxistin. Greva nerazîbûna girtiyên hepsa Mehabadê bi destwerdan û êrîşa hêzên ewlekariyê bi dawî hatiye.

No comments: