Thursday, August 11, 2011

Îran: Emê piştgiriya hikûmeta Sûriyê bikin

Dengê Azad - Kurdpa: Berpirsê Komîsyona Siyaseta Derve ya Parlamentoya Îranê ragehand: “Emê bi eşkere alîkariyê bidin hikûmeta Sûriyê”

Radyoya Almaniya ‘Deutsche Welle’ belav kir, Elaedîn Brûcerdî ku serdana Qahîre paytexta Mîsrê kiriye, di hevdîtinekê de ligel Berpirsê Yekîtiya Ereb Nebîl El Erebî de, wiha gotiye: “Emê bi eşkere alîkariya dewleta Sûriyê bikin û rê nadin Amerîka dest bixe di nav kar û barên welatên herêmê de.”

Di meha borî de, bi biryara Serokî Komara Îslamî Elî Xameneyî, Îranê 6 milyar dolar wek alîkariya darayî pêşkêşî dewleta Sûriyê kir.

Li gor raporta çalakvanên mafên mirov li Sûriyê, hêzên leşkerî yên Îranê bi eşkere di qirkirina neraziyên Sûriyê de hevkariya wî welatî kirine û çendîn kes ji hêzên Îranî jî ji aliyê xelkê ve hatin girtin û derketibû ku Îranî ne. Wezareta Derve ya Amerîka jî di daxuyaniyekê de destwerdanên siyasî û leşkerî yên Îranê di nav kar û barên navxwe yên Sûriyê de şermezar kiribû.

Vêna di demekê de ye ku berdevkê Wezareta Derve yê Îran û Dewleta Sûriyê her core destwerdanek Îranê di kar û barên navxwe yên Sûriyê de red kir û Amerîka bi vê yekê tometbar dikir ku bi dayîna pereyan alîkariya malî dide xwepêşanderên Sûriyê.

Di encama xwenîşandan û aloziyên Sûriyê de ku zêdeyî çar meh berî niha ve destpê kiriye, heta niha zêdeyî 2000 hevwelatiyên Sûriyê bûne gorî.

No comments: