Thursday, August 11, 2011

Çiyagerekî Kurd çû ser zîrveya ‘Mustagh Ata’ çiyayekî herî bilind ê cîhanê

Loqman Ebaszade Çiyagerê Kurd
Dengê Azad - Kurdpa: Çiyagerê Kurd ê bajarê Şino li Rojhilatê Kurdistanê Loqman Ebaszade, zîrveya ‘Mustagh Ata’ li welatê Çînê bezand û serketinek din a mezin di warê werzişa çiyageriyê de bo Kurdan tomar kir. Loqman Ebaszade piştî ku karî xwe bigihîne zîrveya wî çiyayê herî bilind ê cîhanê, roja sêşem 9ê tebaxa 2011an vegeriya bajarê Şino û ji aliyê xelkê bajar ve bi germî hat pêşwazîkirin.

 
Zîrveya ‘Mustagh Ata’ yek ji çiyayê herî bilind ê cîhanê ye ku ketiye dawiya Rojavayê newala ‘Taklamakan’ a welayeta Sîng Yang li welatê Çînê.

Ev çiya li navenda rêze çiyayê mezin ên Asya hilketiye ku ji başûr digihe ‘Karakul’, ji rojava bi ‘Pamir’ û ji bakur bi ‘Tiyan’ ve tê girêdan.

 
Bilindahiya zîrveya ‘Mustagh Ata’ zêdeyî 7 hezar û 546 metran dibe û çiyayê herî bilind li cîhanê ye ku werzişvan dikaribin lîstikên ser cemdê li wir encam bidin.

Berê jî çiyagerên Kurd karîbûn bi ser çendîn zîrveyên bilind ên cîhanê serkevin. Çiyagerên nemir Mihemed Hewraz û Muqbil Hunerpejoh ji Rojhilatê Kurdistanê ji wan çiyagerên navdar ên Kurd bûn ku karîn çendîn şanaziyên mezin di asta Îran û cîhanê de misoger bikin ku di bûyerên cuda yên çiyageriyê de jiyana xwe ji dest dan.

Ajansa Kurdpa, vê serkevtina mezin ji çiyaerê Kurd Loqman Ebaszade pîroz dike.

No comments: