Thursday, August 11, 2011

Filmê nû yê Behmen Qubadî bidawî hat


Dengê Azad - Kurdpa: Derhênerê navdar ê Kurd Behmen Qubadî, projeya filmê xwe yê nû bi navê ‘Helbesta dawî ya Kergerden’ bi dawî aniye ku tê de çend hunermendên navdar ên Îranî û biyanî rol lîstine.

Malpra VOA di vê derbarê de agahiyên berfireh belav kiriye û dide zanîn, ev filmê nû yê Behmen Qubadî li welatê Tirkiye hatiye kişandin û hindek ekterêln Tirk jî tê de beşdar in.
Ekterê sînemayê yê navdar ê Îranî Bêhruz Wsûqî, stranbêjê Îranî Areş û herwiha ektera navdar a Fransî Monika Belochi, ew sê hunermendên bi nav û deng in ku di wê filmê nû de rolê taybet lîstine.

Behmen Qubadî, berê çîrok û senaryoya vê filmê dabû Wezareta Ferheg û Îrşada Îslamî ya Îranê, lê molet çêkirina filmê jê re nehatibû dayin.

Karê wênegirî û montajkirina filmê ‘Helbesta dawî ya Kergerden’ di qonaxa dawî de ye û biryare di sala 2012an de were nimayişkirin.

Behmen Qubadî, bi sedema çêkirina filmê ‘Haya kesî ji pişîkê Îranê tune’ bo herdem welatê Îranê bicih hişt û berhemên wî li Îranê hatin qedexekirin.

Filmên Behmen Qubadî, heta niha di çendîn festîvalên navxwe û navnetewî de xelatên mezin wergirtine.

No comments: