Thursday, August 11, 2011

Muqteda Sedr Îran bi piştgiriya terorîstan tawanbar kir

Dengê Azad - Kurdpa: Kesayetiyê navdar ê Şîe yê Iraqê Muqteda Sedr ku alîgirê Îranê bûye û heya wekî mohreyekî Îranê tê hesibandin, hikûmeta Îranê bi piştgiriya terorîstan sûcbar kiriye.

 
Li gor agahiyên Ajansa Fransa ya Nûçeyan (AFP), Kesayetiyê navdar ê Şîe yê Iraqê Muqteda Sedr, bi tundî Komara Îslamî ya Îranê rexne kir û got: “Terorîstekî Iraqî bi navê Îsmaîl Elamî ku bi Ebo Derie tê naskirin û navbirî kesayetiyekî olî ye jî, ji ber cinayetkirin û kuştina gelek hevwelatiyên Iraqê reviyaye û Îranê jî cih jê re veqedandiye û wî teslîmê Iraqê nake.”

Ebo Derie, di heyamê navbera sala 2006 – 2007an de, gelek hevwelatiyên Sunne yên Iraqê kuştine û wek ‘Qesabê Şîe’ tê naskirin û li gor Muqteda Sedr niha li Îranê dimîne.

Ebo Derie, berê yek ji berpirsyarên Sipaha Sedr (hêzên çekdar ên Muqteda Sedr) bûye ku piştî nakokî û pirsgirêk di navbera wî û Muqteda Sedr de derdikevin, sala 2008an çûye Îranê û hikûmeta Îranê jî cih daye wî û alîkariya wî dike.

Berpirsekî Komara Îslamî di daxuyaniyekê de bo Ajnasa Nûçegihaniya FARS, ew îdiaya Muqteda Sedr red kiriye û wiha gotiye: “Ev nûçe ji aliyê Amerîka ve hatiye çêkirin û kesekî bi wî navî tuneye.”

Ji aliyekî din ve jî, malpera ‘tabyan’ ku ser bi Rêxistina Propagandeya Îslamî ya Hikûmeta Îranê ye, piştrast dike ku Ebo Derie li Îranê dimîne û wiha nivîsiye: “Navbirî serokê grûbek bi navê ‘Esaib Ehl Elheq’ e û li dijî Muqteda Sedr çalakiyan dike.

Vêna di demekê de ye ku Spaha Mehdî ji sala 2003an şûnde, li dijî hebûna hêzên Amerîka li Iraqê û hikûmeta navendî çalakiyan dike û ji aliyê Îranê ve bi xurtî tê piştgirîkirin û gelek car Îran ji ber piştgirî û alîkariyên bi wî grûbê re hatiye şermezarkirin û tawanbarkirin.

No comments: