Thursday, August 11, 2011

11 leşker di şerê PJAK û hêzên leşkerî yên Îranê de li Xoyê hatine kuştin


Şerê PJAK û Hêzên Îranê bû sedema mirina 11 leşkerên Îranê li Xoyê

Dengê Azad - Kurdpa: Roja 8ê tebaxa 2011an, şer û pevçûnek xurt di navbera hêzên leşkerî yên Komara Îslamî û PJAKê de li deverên ‘Mixora Şîx Silo’ û ‘Çaldiran’ ên ser bi bjarê Xoyê derket û di encam de 11 kes ji hêzên leşkerî yên Îranê hatine kuştin.

Li gor agahiyên ku ji herêmê gihane Ajansa Kurdpa, pevçûna han ji aliyê hêzeke leşkerî ya mezin a Îran li ser sînorê navbera Îran û Tirkiyê de derketiye ku mijûlî çalakiyan bûne.

Di encama şer de, 10 Pasdarên Îranê hatine kuştin û fermanderekî hêzên ‘Întizamî’ yê ser sînorê bajarê Makoyê hatiye kuştin.

Derbarê şer û pevçûnên vê dawiyê li navçeyê, li gor gotina xelkê wan herêman ku PJAK tê de çalakiyan encam dide, Îdareya ‘Îtilaat’ a Komara Îslamî siyasetek nû girtiye pêşberî xwe û dimeşîne ku heta bi rêya girtiyên siyasî û xelkê deverê rûbirûyê gerîlayên PJAKê bibe.

Îdareya ‘Îtilaat’ a Komara Îslamî ya Îranê, ji wan girtiyan re ku bi tometa dizîkirin û karê qaçax hatine girtin, ragehandiye: “Her girtiyek ku li dijî PJAK û PKKê çekê hilbigire û şer bike, dê cezayê wan bê efûkirin.” Di vê derbarê de, çend rojan berî niha çend girtî ku bi sûca rêgiriyê bi rêya sîlehan hatibûn binçavkirin, ji aliyê ‘Îtilaat’ dezgeha sîxorî û ewlekariya Îranê, çek ji wan re hatiye dayin û ligel çend kesên din bo şer li dijî gerîlayên PJAKê bo herêmê hatine şandin.

Di hefteya borî de 3 gerîlayên PJAKê bi awayekî gumanbar li herêma Xoyê hatin kuştin.

No comments: