Wednesday, August 17, 2011

Meclîsa Îranê li dijî gelaleya rizgarkirina Gola Urmiye derket

Gola Urmiye di metirsiya ziwabûna cidî de ye
Dengê Azad - CAPK: Li gor rapora malpera BBC’ê, Meclîsa Komara Îslamî ya Îranê, gelaleya anîna ava çemên Eres û Sîlve bo Gola Urmiye ji bo pêşgîrîgirtin ji ziwabûna vê golê red kir û li dijî projeyê derket.

Meclîsa Şêwra Îslamî ya Îranê, di civîna roja sêşem 16ê tebaxa 2011an a xwe de, bi wergirtina 94 dengên NA, 57 dengên ERÊ û 25 dengên BÊALÎ, gelaleya rojevê ya derbarê rizgarkirina Gula Urmiye ji metisriya ziwabûnê red kir û dijberî projeyê derket. Projeya han bi mebesta anîna ava çemên Eres û Sîlve ji bo pêşîgirtin ji ziwabûna Gola Urmiye pêşkêşî Nûnerên Meclîsa Komara Îslamî ya Îranê hatibû kirin, lê bi vî awayî dijberî ligel projeyê hat kirin.

Di heyamê pênc mehên borî de, 3 hezar kêlometroyên çargoşe ava Gola Urmiye ziwa bûye û bûye sedem ku li aliyê rojhilat û başûrî golê xwê tevahiya derdora golê dabigire û zerek berfireh ji hawirdora navçeyê bikeve. Bi awayekî normal Gola Urmiye 5 hezar û 700 kîlometroyên çargoşe bûye û niha ji ber kêmbûna avê gihaye 2 hezar û 700 kîlometroyên çargoşe.

Piştî hişkesaliyên çend salên derbasbûyî, gelek ji golên avê li Îranê û gomên xweristî yên avê ziwa bûne yan firehiya wan pir kêm bûye.

Lê pisporên jîngehê bawer in, siyasetên dewletê bo avakirina bendavan, kulana bîrên zêde yên avê û berfirehbûna erd û zeviyên kiştukaliyê li kêleka wan çavkaniyên avê sedemên serke yên vê kirîza nû tên hejmartin. Bi taybet derbarê metirsiya cidî ya ziwabûna Gola Urmiye.

Ji ber avakirina zêde ya bendavan li ser 11 çem û rûbarên ava şîrîn ku diherikin nav Gola Urmiye, herikîna ava wan çeman bo nav golê di deh salên borî de pir kêm bûye. Li ser hindek ji van çeman çend bendav hatine çêkirin.

Bi baweriya pisporên jîngehê, yek ji sedemên ku zêde zerar gihandiye ziwabûna ava Gola Urmiye, çêkirina rêya mezin a Kelanterî ye ku ji naverasta golê derbas dibe û bajarên Urmiye û Tebrêzê bi hev re girê dide. Bi sedema avakirina vê cadeya mezin, qasê 14 kîlometro ji Gola Urmiye bi axê hatiye dagirtin û tejîkirin.

Herwiha bi sedema pêkhatina deşt û girên mezin ên xwê li kêleka Gola Urmiye di çend salên borî de, zerer û ziyanên zêde gihane bax û rezên cotkaran û hezaran hektar erdên kiştukaliyê bêkêr bûne. Bi taybet bax û rezên sêv û tirî li derdora golê.

Gola Urmiye, duyemîn gola şor a cîhanê tê hesibandin û zêdeyî 10 sal dibe ku pêvajoya ziwabûna wê ligel pêvajoyek metirsîdar rûbirû bûye.

Di civîna roja sêşem 16ê tebaxa 2011an ya Meclîsa Komara Îsalmî de, Nûnerê Meclîsê Cewad Cehangîrzade, li ser mijarê bi berfirehî axivî û pêdagirî kir li ser rizgarkirina Gola Urmiye ji xetera ziwabûnê. Piştî ku projeya han ji meclîsê dengê pêwîst newergirt û hat redkirin, Cehangîrzade ku nûnerê bajarê Urmiye di Meclîsa Îranê de ye, di daxuyaniyekê de bo Ajansa ISNA eşkere kir: “Ger bê Gola Urmiye ziwa bibe, nêzîk 13 milyon mirov dê aware û derbider bibin û herwiha tê pêşbînîkirin di encama ziwabûna yekcarî ya Gola Umriye de, egera vê yekê di holê de ye ku li çend parêzgehên derdorê baranek bibar ku xwê pê re be.

Cehangîrzade diyar kir, di serlêdana Ehmedînejad û şandên hikûmeta wî de bo Urmiye di sala 2008an de, 2 hezar 700 milyar tûmen bo zindîkirin û parastina ava Gola Umriye hat terxankirin, lê li gor Cewad Cehangîrzade, heta niha 1 qiran jî jê re nehatiye mesrefkirin! û kirîza ziwabûna golê her wek berê bê çareserî maye û ti rayedar û dezgehên hikûmetê lê xwedî dernakevin.

Herwiha Rêveberê Giştî yê arastina Jîngeha Parêzgeha Urmiye Hesen Ebasnejad, di bihara îsal de ragehandibû: “Niha ji sedî 53’ê rûberê Gola Urmiye ziwa bûye ku dike 3 hezar kîlometroyên çargoş û rêjeyê xwê di her lêtrek ava golê de gihaye 400 greman.”

No comments: