Wednesday, August 17, 2011

Helbestvan û nivîskarê Kurdê Xorasanê yê girtî di rewşeke xirab a tendurustiyê de ye

Helbestvan û nivîskarê Kurdê Xorasanê Elîriza Sipahî Layîn
Dengê Azad - Kurdpa: Helbestvan û nivîskarê Kurdê Xorasanê Elîriza Sipahî Layîn, ku roja 30ê tîrmeha 2011an li bajarê Meşhedê ji aliyê hêzên ‘Îtilat’ a Sipaha Pasdaran ve hat binçavkirin, niha di rewşeke xirab ya cesteyî de ye.

Li gor agahiyên ku gihane Ajansa Kudpa, Elîriza Sipahî Layîn bi tometa hevkarîkirin ligel yek ji partiyên Kurdî yên dijberî hikûmetê hatiye binçavkirin û piştre ji bo girtîgeha ‘Îtilaat’ a bajarê Meşhedê hatiye şandin.

Navbirî ku nexweşiya şekir (diyabet) heye, di hepsa Îdareya ‘Îtilaat’ a Meşhedê de bi xurtî hatiye îşkencekirin, êşandin û niha tendurustiya wî pir xirab e.

Ligel hewldanên berfireh ên malbata wî, heya niha hêzên ewlekariya Meşhedê agahiyek hûr û durist derbarê rewşa Elîriza Sipahî Layîn nedayine kes û karên wî û bersiva wan jî nadin.

Di dema binçavkirina navbirî de, hêzên ewlekariyê pişt lêgerîna berfireh a mala wî, komputer û pirtûkên şexsî yên Elîriza Sipahî Layîn jî bi xwe re birine û niha di destê wan de ye.

Elîriza Sipahî Layîn, Kurdê Bakurê Xorasanê ye ku gelek berhemên wêjeyî û çandî bi zimanên Kurdî û Farisî berhev kirine û li ser helbest û wêjeya Kurdî ya Kurdên Xorasanê mijûlê vekolînan e.

Berhemên navbirî yên herî giring ev in: ‘Evîn bi me nalîze’, ‘Ez ji rojê hez dikim’, ‘Di bin dara gêlasê de’ û çend berhemên din yên bêhempa...

Elîriza Sipahî Layîn, helbestvan û nivîskarê Kurdê Xorasanê, karmendê Zanîngeha Meşhedê ye û zêdeyî bîst sal dibe mijûlê çalakiyên kultûrî û ronamevaniyê ye û di nav Kurdên Xorasanê de yek ji kesayetiyên naskirî ye.

No comments: