Monday, May 2, 2011

Rewşa kedkaran li Rojhilatê Kurdistanê her diçe dijwartir dibe

Azad Kurdî

Dengê Azad- CAPK: Kedkarên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê îsal roja 1ê Gulanê di demekê de bibîr anîn ku roj li pey rojê jiyan û rewşa wan dijwartir dibe û pirsgirêkên wan ne tenê çareser nabin, belkî xurttir dibin. Kedkarên Kurd li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê li gor herêmên din yên Îranê xwediyê mafên herî destpêkî yên senfî û mirovî yên jiyanê ne. Pêvajoya paşdehiştina bajarên Rojhilatê Kurdistanê di warê pîşesaziyê de wek berê dom dike û herî kêm budce ji bajarên Kurdan re tê terxankirin. Ger mirov standardên fabrîkeyên herêmên Kurdan li Îranê li gor navçeyên din binirxîne, mirov dikare bêje li Rojhilatê Kurdistanê karxane tune ye. Piraniya pisporên Kurd li Kurdistanê jî vê yekê piştrast dikin. Bo mînak li fabrîkeyên Tehran, Kereb û Isfehan û bajarên din ên Îranê.... di her karxaneykê de hezaran karker kar dikin, lê li Kurdistanê di binav fabrîkeyan de 100 heta 150 kes dixebitin. Fabrîkeyên herêmên Kurdan zêde kargeh tên hesibandin. 

Li Rojhilatê Kurdistanê bêkarî gelek zêde bûye û serhejmariyên ku Komara Îslamî di vê derbarê de belav dike, piranî şaş in, meaşê karkeran dereng tê dan, karker tên derxistin, heqdestê wan tê kêmkirin û ji aliyê din jî giraniya xorak û alevên xwarinê roj li pey rojê zêde dibe û vê yekê pirsgirêkên mezin ji bo karkeran pêk aniye. Hemû xebat û çalakiyên senfî yên karkeran li Rojhilatê Kurdistanê wek hemû çalakiyên sivîl û civakî din ên tex û qatên civaka Kurdistanê bi çavek ewleyî tên temaşekirin û xebatkarên yekîtî û sendîkayên kedkaran di bin zextên herî xurt de ne û pir car tên girtin, şîkence û cezayên giran ên girtîgehê jî bi ser wan tê sepandin. Zext û givaşên siyasî û ewleyî niha heta li ser karkerên Kurd jî ku doza mafên xwe dikin tên meşandin. Ji ber vê rewşê niha rêxistin û saziyên senfî yên karkeran li Kurdistanê tune ye, ji ber ku nirxa çalakiyên senfî yên kedkaran jî pirr zêde bûye. Rayedarên Komara Îslamî rê nadin karkerên Kurd saziyên senfî ji xwe re pêk bînin da ku doza mafên senfî yên karkeran bikin.

Yek ji lêgerên herî berçav di van salên dawiyê de ku rûbirûyê karkerên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û sernaserî Îranê hat, kirîza aborî û encamên dorpêçên aborî yên navnetewî li ser Komara Îslamî ya Îranê ye. Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê ew kargehên kêm û biçûk jî ku bi hewla gel bi xwe hatine avakirin, rastî vê kirîzê hatine, lewra piraniya wan ji ber pirsgirêkên aborî hatine daxistin. Ji ber vê rewşê hezaran karker betal û bêkar bûne. Piraniya xwediyên kargehan neçar dibin, kedkaran derxin û barê giran ê jiyanê ji wan re çend qat zêde bikin. Xuya ye ji ber vê rewşa nebaş û bêkariya berfireh li Kurdistanê, welatî neçar dimînin ku ji rêya kasibkarî û dan û standina alevan li deverên ser sînoran debara jiyana xwe bikin. 

Beşek din ji karkerên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi rêya cotkarî û ajeldariyê debara jiyanê dikin û çavkaniya jiyana wan ji vê rêyê tê dabînkirin. Mixabin di van salên dawî de ku hişkesalî li Kurdistanê hebû, xesar û ziyanên mezin li cotkaran ket û jiyana wan a aborî bi lêgerên cidî re berbirû kir.

Beşeke berçav ya kedkarên bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî ew keç û jin in ku şev û roj di kargeh û malan de mafûran dirêsînin û rewşa karkirina wan gelek nexweş û heta trajedîk e. Piraniya jinan di hundirê malan de tewnên mafûran dirêsînin û piraniya wan rastî nexweşiyên fîzîkî, çavêşî, piştêşî û pirsgirêkên bêhntengî û gelek nexweşiyên din tên. Mixabin heqdesteke herî kêm ji keç û jinên mafûrrês re tê dan û çi standareke karkirinê di vî warî de nay berçavgirtin. 

Ji ber bêkariya zêde li Kurdistanê û pirsgirêkên aborî, gelek diyarde û fenomenên civakî jî li Kurdistanê di van salên derbasbûyî de serî hildane û her diçe xurttir dibin. Bandora nigatîv a van diyardeyên civakî di nav gelek malbatên Kurd de bi eşkere tê xuyakirin. Telaq û berdan zêde bûye, bengdarî bi madeyên hişber her diçe zêdetir dibe û pirsgirêkên derûnî û pîkolojîk jî berfireh bûne. Ji aliyekî din jî rêjeya girtiyan li Kurdistanê zêde dibe.

Jiyana kasibkariyê û dan û standina alevan ji welatên Îraq û Turkiyê çavkaniyeke din a kedkarên Kurd tê hesibandin. Ligel vî halî û vê rewşa dijwar a karkeran ku me qala wê kir, rojane em dibînin ku çend kasibkarên Kurd li ser sînorên navbera Rojhilatê Kurdistanê bi Bakur û Başûrê Kurdistanê re ji aliyê hêz û çekdarên Komara Îslamî ve tên kuştin û birîndarkirin. Gelo tawana karker û kasibkarên Kurd ku neçar dimînin rêya herî dijwar ya dabînkirina aboriya jiyanê hilbijêrin û hemû metirsî û tehlîkeyan bi nirxa canê xwe bikarin heta pariyek nan peyda bikin û rêya kasibkariya ser sînor bigrin pêşiya xwe, ew e ku were kuştin û birîndarkirin? Gelo ma ne pêwîst e ku rayedarên Komara Îslamî dawî li dorpêşên aborî bo nawçeyên paşdehiştî wek Kurdistan, Belûçistan û Xozistanê bînin û guhertinên bingehîn di shêweya parvekirina budceya welat, xurt kirina bingeha edaleta civakî, reformên civakî, abûrî u guhertina rêveberên herêmî de pêk bînin? Ger kar û pîşe li Kurdistanê hebe, bêguman kes ne amade dibe ku rêya dijwar ya kasibkariyê bigre ber xwe û jiyana xwe bixe xeterê ji bo dabînkirina aboriya jiyanê. Lê mixabin ji ber valahiyên ku me li jor behsa wan kir, ew rewşa trajedîk li Rojhilatê Kurdistanê li ser kasibkar û karkeran her dom dike. Her eva ku welatî neçar dimînin rêyeke bi xeter wek kasibkariya ser sînor bikin, nîşan dide ku rewşa aborî ya xelkê li herêmên Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê çiqas xerab e. Tenê ev faktera berçav têr dike ku mirov êdî çi li ser rewşê nenivîsîne.

No comments: