Wednesday, May 4, 2011

Komara Îslamî dijminê herî mezin yê medyayê

AZAD KURDÎ

Dengê Azad - CAPK.eu: Roja 3ê Gulana 2011an demekê hat bibîranîn ku Komara Îslamî, îsal jî wek yek ji dijminên herî mezin ê medyayê di cîhanê de hat naskirin û Îran girtîgeha herî mezin a rojnamevanan hat naskirin, di halekê de ku xelkê seranserî cîhanê bi rêya internet û telefona destan û alevên din ên teknolojiyê îmkanek zêde hene bo peywendiyan û bidestxistina nûçe û agahiyan, lê welatên wek Çîn, Venezuela û Komara Îslamî hemû derfet û îmkanan ji xelkê distînin û medyayan bi xurtî kontrol û sansor dikin û astengiyên mezin dixin ser rêya bidestxistina nûçe û agahiyan û xebatên azadiya çapemeniyê. Bi vî awayî welatên dijminê medyayê benda 19an a Danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan bi eşkere binpê dikin. Herwiha ev welat bi sansorê û binpêkirina azadiya raderbirînê kerameta mirovan û demokrasiyê binpê dikin.

Azadiya çapemeniyê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê berdewm tê binpêkirin û tu guhertinek pozetîv di vî warî de nehatiye kirin, belkî pêvajo her diçe aloztir û xerabtir dibe. Televizyon û radyo li Îranê hemû di bin kontrola xurt a Rêxistina Deng û Reng a Komara Îslamî ne û di bin çavdêrî û fermana Serokê Olî Elî Xameneyî rêve diçe, rojname û kovar jî her wisa. Dîktatoriyeta Komara Îslamî bal kişandiye ser hemû medyayan jî li Îranê. Rojnamger li Îranê digel gefxwarin, kontrol û çavdêriya berdewam, tundûtûjî û cezayên giran ên girtîgehê rûbirû ne. Her diçe pêvajoya zext û givaşan bo ser rojnamevanan zêdetir dibe û her çepemeniyek ku dengê rexneyê jê were, tê daxistin. Sedan rojnamevan ji ber rewşa dijwar a xebata çapemeniyê neçar mane di yek du salên borî de welat bicîh bihêlin. Nimûna berçav reviyana dehan rojnamegerên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ne. Ji ber ku zext û guşarên Komara Îslamî li ser rojnamevanên Kurd çend qat zêdetir e.

Çapamenî wek bingeha çarem ya demokrasiyê tê naskirin, lê di Îranê de rayedarên Komara Îslamî hemû salê weşana dehan rojname û kovaran dadixin û sedan rojnameger hatine bêkarkirin. Li Îranê tu ewlehiyek ji bo kar û pîşeya rojnamevaniyê tune ye û rojnameger ji ber belavkirina nivîsarên rexnegirane ji dewletê rûbirûyê cezayên herî giran ên girtin, îşkence û girtîgehên demdirêj dibin. Di sala borî de pêvajoya serkut û qirkirina rojnamevanan û daxistina rojnameyan li hemû Îranê xurttir bû. Di heyamê yek sala borî de 200 rojnamevan li Îranê hatine girtin ku zêdeyî 50 kes ji wan niha di girtîgehan de ne. Rojnamevanê navdar Siyamek Porzend çend rojan berî niha di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da.

Herçqas gelek welatên demokratîk û saziyên navnetewî hewl dane ku internet wek çavkaniyek giştî bo wergirtina nûçe û agahiyan bê bikaranîn û bi vê rêyê xelk dengê xwe bighînin her derek cîhanê. Li Îranê ji ber rewşa xurt a sansorê û nebûna azadiyên demokratîk di warê xebatên çapemeniyê de, rojnamevan neçar in xebatên xwe li ser weblogan bimeşînin, lê mixabin weblognivîs jî dikevin ber şopa çavdêrî, geflêxwarin û girtin, îşkence û cezayên giran ên zindanê ji aliyê hêzên ewlekariya Komara Îslamî ya Îranê û bi vî awayî keremeta wan a mirovî tê perçiqandin. Gelek weblognivîs li Îranê di van salên borî de hatine binçavkirin û ji çarenûsa wan jî tu agahiyek tune ye. Qada internetê jî ji rojnamevana hatiye astengkirin, dewlet hewlê dide ku bi kontrola internetê rê nede ku rojnameger teknolojiyê bikar bînin ji bo gehandin bîr û baweriyên xwe ên azadîxwazane û rexneyên ku raberî desthilatê dikin.

Astengkirina çepemeniyê û pêşîgirtina ji xebata rojnamevana û sansorakirina sîstematîk ya medya û çepemeniyê nikare Komara Îslamî ji vê kirîza kûr û mezin ku pê re rûbirû bûye, rizgar bike û çi tiştekê ji rejîma Komara Îslamî re naguherîne, belkî ji ber binpêkirina hemû qanûn û biryarnameyên navnetewî di warê azadiya medyayê de barê giran ê cezayên xwe zêdetir dike. Bê heger nine ku dê 3ê Gulanê Rêxistina Nûçegihanên Bêsînor ji ber girtina 200 rojnamevan û weblognivîsan di sala borî de, ji Neteweyên Yekgirtî daxwaz kir ku reporterk taybet bo Îranê diyar bike û rewşa Îranê bixe bin kontrolê.

No comments: