Sunday, May 1, 2011

NIAC, Lobiya Komara Îslamî li Amerîka yan parastina berjewendiyên gelê Fars?

Dengê Azad - Loghman Ahmadi: Di çend salên borî de rêxistinek bi navê Konseya Neteweyî ya Îraniyên Amerîka (NIAC), gelek xebatên lobiyê li Amerîka meşandine ji bo ku siyaseta derve ya Amerîka hemberî Îranê biguherîne. Li gor îdeayên rêveberên vê saziyê, wan karî ye di çend warên cuda de siyaseta derve ya Amerîka hemberî Îranê biguherînin. Bo nimûne li dema îdareya Georg Bush di sala 2008an de, pêşniyarek li ser maseya Kongressa Dewletên Yekgirtî yên Amerîka hebû ku di pir aliyan de rê vedikir ji bo êrîşeke leşkerî bo ser Îranê ji aliyê Amerîka.

Li gor vê pêşniyazê, Kongressa DYAê maf dida îdara Buş ku li gor vêc û berjewendiyên Amerîka hemû hewldaneke guncaw û pêwîst bimeşîne ji bo dawîpêanîna programa atomî ya Komara Îslamî ya Îranê. Herwiha daxwaz ji rêveberiya Buş dikir ku hewl bide piştevaniya navnetewî bidest bîne ji bo sepandina dorpêçên xurt ên aborî û siyasî li dijî Komara Îslamî. Di destpêkê de ev pêşniyar ji aliyê saziyeke Lobiya Îsraîlê (AIPAC) - ku yek ji saziyên lobî yên herî mezin û xwedî nifûz e li Amerîka - hatibû amadekirin û hemû çavdêrên siyasî bawer bûn ku ev pêşniyar dê bihê pejirandin, lê di encamê de pêşniyar hat redkirin.

Di sala 2009an de, endamê Kongressa Amerîka Ceyn Harman, di konfernasekê de pirsa neteweyên Îranê anî rojevê û derbarê stratejiya DYA ji bo dawîpêanîn bi bernama navikî ya Îranê wiha axivî: "Fars ne piraniya rûniştvanên Îranê pêk tînin, gelên pir cuda di Îranê de hene ku ne hevbîr in û stratejiya guncaw û jêhatî veqetandina van gelan e."

Piştî van gotinên Harman, saziya NIAC lobiyek gelek berfireh xist rojevê ji bo ku ev endamê Kongressê ji daxuyaniyên xwe poşman be û gotinên xwe werbigre. Li pey zextek gelek zêde, Harman di meha Gulana 2009an de, axaftinên xwe derbarê pirneteweyîbûna Îranê û cudahiya navbera gelên Îranê wergirtin û nameyek ji NIACê re şand û bi fermî daxwaza lêborînê ji wan kir û ji wan re nivîsandibû, mebeseta wî ew bû ku pêwîste Amerîka baştir ji nerînên cuda yên xelkê îranê fêm bike, ne ji bo ji hev veqetandian wan kar bike.

Beşeke din a karê sereke yê NIAC ewa ye ku Amerîka bîne ser wqê baweriyê ku ji rêya civîn û gotûbêjan dikarin pirsgirêkên xwe bi Îranê re çareser bike, eva jî bona vê çendê ye ku Amerîka nekare êrîşa leşkerî bike ser Îranê.

Niha îdara Obama saziya NIAC wek yek ji çavkaniyên sereke bo agahiyan li ser Îranê bikar tîne û kesên ku endamê rêberiya NIAC bûn yan nêzîkê vê saziyê ne, di rêveberiya Obama de post û berisrsyariyên giring ji wan re hatiye dayîn. Bo mînak, di meha Mijdara sala 2009an de, Can Lîmbert ku endamê rawêjkar yê NIACê ye, wek Cihgirê Wezîra Derve ya Amerîka bo pirsa Îranê hat diyarkirin. Lîmbert yek ji wan kesna bû ku piştî şoreşa gelê Îranê di sala 1979an de, li Balyozxana DYAê li Tehranê ji aliyê Komara Îslamî wek rehîn hatibû girtin.

Di meha Sibata 2010an de, ez wekî Nûnerê Kongreya Neteweyên Îrana Federal ligel hevalekî din yên KNÎF bo dema zêdeyî demjimêrekê em bi Can Lîmbert re li balyozxana Amerîka li bajarê jenevê civiyan, herçiqas me hewl da pirsa netewean li Îranê bînin rojevê, Lîmbert di bersivê de digot ku pirsa gelê Kurd ji Amerîka re giring e, lê bi awayekê behsa neteweyên din dikir ku nabe giringî bi doza neteweyên din ên Îranê bê dayîn, ji ber ku encama wê dibe cudakirina axa Îranê. Lîmbert herwiha çendîn car tekez li ser vê mijarê kir ku siyaseta Amerîka ew e ku bi rêya civîn û gotûbêjan pirsgirêkên xwe bi Îranê re çareser bike.

Di çend salên borî de ji hêzên Kongra Neteweyên Îrana Federal re derketiye holê ku piraniya herîz zêde ya aliyên Fars hewlê didin ku pirsa neteweyan ji hev cuda bikin, bo nimûne dibêjin mafê Kurdan e ku daxwaza otonomî yan heta Federasyonê jî bike, lê neteweyên din nikarin daxwaza mafên wiha bikin. Eva stratejiyek e ku ji aliyê Farsan tê meşandin û bikaranîn ji bo pêkanîna dubendî û dijheviyê di navbera neteweên stemlêkirî yên Îranê. Axavtinên Can Lîmbert jî heman hêla siyasî derdixist holê.

Ez nabêjim ku Lîmbert bi merema piştevanîkirin ji Farsan ev gotin dikirin, lê ez bawer im ku Lîmbert bi rastî bawerî bi wan gotinên xwe hebû û gotinên wî ev rastî dide xuyakirin ku lobiya grûpên Farsan heta radeyekê karî ye bighîje astekê ku banmdora rasterast bike ser siyaseta derve ya Amerîka. Hêjayî gotinê ye ku di Tîrmeha 2010an de, Lîmbert posta xwe li Wezareta Derve ya Amerîka cîh hişt û got: "Îdara Obama zêdeyî salek û nîvan e ku li ser desthilatê ye, ez bawer im û hemû kes û derodr jî li ser nerînê ye ku diviya em niha derbarê Îranê de li cihek din bûna. ne ewa ku em dost bûna, belkî aliyê kêm divêt berdewam civîn û gotûbêjên me hebûna." Bi wê wateyê ku Lîmbert ewa fêm dikir ku Îran bi tu awayekî ne amade ye bi Amerîka re lihev bike û hemû hewldanek di vê derbarê de bê mane ye.

NIAC çendîn caran xebatên bi vî awayî meşandine û ji aliyê çendîn endamên Kongressa Amerîka û nivîskar mezin û bi bandor û saziyên din ên lobî ku li dijî Îranê ne wek lobiya Komara Îslamî li Amerîka hatiye tometbarkirin. Serokê NIACê, Trita Parsî, bi vê yekê hatiye tometbarkirin ku di salan 2003an de çend nehêniyên gotûbêjên Amerîka derbarê Îranê de eşkere kirine û agahî daye Îraniyan ku bû sedem bo dememkê Komara Îslamî siyaseta xwe guherand.

Bo mînak, di sala 2003an de, bo heyamekê Îranê bernama xwe ya nuklerî sekinand û herwiha hewleke berfireh da ku li Afganistanê alîkariya Amerîka bike. Herwiha Rojnamevanekî Îranî bi navê Hesen Dayulîslam çendîn nameyên nehênî di navbera Teriya Parsî û balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekgirtî de eşkere kir ku têde Terya Parsî rawêjê ji Komara Îslamî re dike.

Di heman demê de ku behsa NIAC wek Lobiya Komara Îslamî tê kirin, saziya Zogby International ku saziyek binavûdeng û bawerpêkirî ya serhejmarî û statîstîkan e, rapirsiyek derbarê siyaseta derve ya Amerîka li hemberî Îranê ji0 rûniştvanên Îranî li Amerîka - ku piraniya wan Fars in- kiriye. Serhejmarî derdixe holê ku piraniya herî zêde ya Farsan li dijî şer û dorpêçên xurt û dijwar in û piştgiriya çareserkirina pirsgirêkên navbera Îran û Amerîka bi rêya dîplomatîk dikin.

Ev statîstîk çi tiştekê pêşan didin? Bi baweriya min wê yekê nîşan dide ku Fars bi giştî pir car berjewendiya xwe ligel berjewendiyên Komara Îslamî li hev cuda nakin. Bi wê wateyê ku ku li ser pirsên çarenûssaz, Fars berjewendiya xwe giringtir berçav digrin heta bo nimûne rûxandina Komara Îslamî. Ji ber ku dizanin ger Komara Îslamî bi awayekî bingehîn bihê rûxandin, egera vê çendê gelek zêde ye ku netewa Fars wek desthilatdar di Îranê de nemîne. Yek ji nigeraniyên herî mezin ên Farsan tenê ne Kurd in, belkî ji vêna ditrsin ku asta bawerî û hesta netewî ya gelên Îranê gihîştibe wî cihî ku ger Komara Îslamî jiholê rabe, netewa Fars nekare desthilata xwe bi wî awayê ku niha heye, biparêze. Ev şêwazê helwêstgirtinê di nav hemû grûpên Fars de tê dîtin, heta di nav wan aliyan de ku bi hesab peywendî û têkiliyek baş bi Kurdan re hene. Fikra wan di vê çarçovê de dernakeve.

Heke em vegerin ser behsa xwe li ser NIACê, gelek kesan ji min pirs kirine ku gelo NIAC Lobiya Komara Îslamî ye yan na? Di bersivê de dibêjim, ne giring e ku Lobiya Komara Îslamî be yan na, giring ew e ku kar û siyasetên wan li berjewendiya netewa Kurd û neteweyên din ên Îranê de nîne.

No comments: