Friday, April 29, 2011

Pêwîstiya guhertina metoda xebatê li Îran û Sûriyê

Loqman Ehmedî

Rejîmên Îran, Lîbya û Sûriyê nîşan dane ku ger rûbirûyê rûxandin û tunekirinê werin, amade ne hemû awayên tundûtûj û zextê bikar bînin ji bo ku rê nedin guhertinên aştiyane.


Serhildanên van welatan ji xelkê welatên din re nîşan daye ku çiqas dijwar e rejîmek were guhertin, di demekê de ku ew rejîm amade ye hemû tunûtûjiyekê bikar bîne ji bo qirkirina hemû cure serhildaneke aştiyane û sivîl.

Derbarê Lîbya de em temaşe dikin ku opozîsyona wî welatî xebata çekdarî dimeşînme, lê em hemûş dizanin ku bê piştgiriya civaka navneteweyî, xelkê azadîxwaz ê Lîbya gelek bi dijwarî dikarîn li hemberî rejîma vî welatî bisekinin û xebatê bikin.

Derheqê Îranê jî me dît ku rejîmê Komara Îslamî karî ji ber nebûna yekîtî û yekgirtîbûan opozîsyonê û herwiha nebûna rêberî  û bêramnacbûna opozîsyonê bikar bîne ji bo ku bi rêya tundûtûjiyeke gelek zêde û berfireh astengeke pirr mezin li pêşberî opozîsonê danîne.

Li Sûriyê em dimêzînin ku rejîma desthilatdar ji tecrûbeyên Îran û Lîbyayê fêr bûye, dema rûbirûyê serhildaneke aştiyane vihê, tenê ji bo mana desthilata xwe rêyek heye ew jî meşandina tundûtûjiyan e.

Eger ev rejîm bikarin li ser desthilatê bimînin, bi rêya bikaranîna tundûtûjiya berfireh sîgnalekê dişînin ji bo hemû rejîmên dîktator ên cîhanê ku nabe ji xwestek û azadîxwaziya gel bitrsin, ger bi milyon mirov jî raperîn û serhildanê bikin û daxwaza jiholê rakirina we bikin, hûn dikarin li ser desthilatê bimînin, lê ger amade bin xelkek zêde bikujin.

Lewra divê ev rejîm werin guhertin.

Di demekê de ku em dizanin serhildanên aştiyane nikare rejîmên dîktator biguherîne ku amade ne hemû şêwazên tundûtûjiyê bikar bînin bo qirkirina serhildanên azadî û demokrasîxwaziyê, me çi alternatîvek heye? Bi baweriya John F Kennedy: ''Yên ku rê nadin şoreşa aştiyane, tenê riya şoreşê bi tundûtûjiyê dihêlin.''

Xelkê netirs û wêrek ê Lîbya gihane vê encamê ku neçar in xebata çekdarî bimeşînin û civaka navnetewî jî gihaye vê encamê ku divê em piştgiriya xelkê Lîbya bikin ji bo ku derfeta azadiyê ji nav neçe.

Niha dema vê yekê hatiye ku xelkê Îran û Sûriyê biryarê bidin ku metoda xebata xwe biguherînin û pêwîst e jî civaka navnetewî dema xebat û serhildan di van welatan de destpê kir, amade be piştgiriyê bide xelkê van welatan, de

No comments: