Friday, April 29, 2011

Pêvajoya guhertina civakê ji berê heta niha û rolê civaka sivîl a îroyîn

Arif Emînî
Sedsala bîstan, sedsala bizava komelên di bin bandora bîr û bawerên Marks (Marksîsm) de bû. Bizavên ku binyata gelek civak û hikûmetan serûbin kirin. Şorişa Bilşovîkî a oktobera 1917ê ya Rûsya yê ku ji bilî guhertina desthilatê, pêngaveke mezin di guhertina proseya a dîrokê hilgirt. Şorişa 1948 an a Mao li Çînê, bizaveka din a girîng ya komelên çep bû ku encamê wê peyda bûna desthilatek nû bû di asta cîhanê da. Bêşik, bizavên çep bandor xistine ser hemû welatên cîhanê, ji vana welatên kapîtalîstî ku ji aliyekê dijatiya bizavên çepxwaz kirin û ji aliyeke din ewan bîr û bawerên Marks bikar anîn ji bo rexne kirina xwe û çaksazî ya binyata civakên xwe (wek mînak, ji bo pêşî lê girtin ji çêbûna bizavên radîkal a çîna karker, sendîkayên karkerî hatin ava kirin û bihêz kirin û dû re jî asta refahê ji bo wan hat bilind kirin). Welatên îslamî jî bê bandor neman ji van proseya guherînan. Komonîsm cîranê welatên îslamî bû û kêm û zêde veguhestibû di nava van welatan da. Ji aliyekî din, ev welat yek ji çavkaniyên sereke yên enerjiyê bûn ji bo welatên pêşesazî yên cîhanê. Her wekî din, herêma îslamî wek bendekê quîm bû li himberî mezin bûna bizava komonîsmê ji bo Rojhilata Navîn û Afrîqa yê. ( Ev dîware, şirîta kesk a îslamî dihat xwandin). Ji ber van sedeman welatên îslamî bûn xwedan girîngiyeke mezin. Di rewşekî wiha da, tirsa serketina komên çep ên ser bi Sovyetê û di dawiyê da têkçûna benda keska îslamî bû sebeb ku Rojava li hember bizavên îslamîxwaz li Îranê û hikûmetên din ê îslamî gelektir nerm be û hinek caran piştîvaniya îslamîxwazan jî bike (wek mînak, piştîvaî kirin ji şervanên îslamîxwaz li Efxanistanê li hemberî Sovyetê). Mînakek din a vê siyaseta nerm a Rojava û piştîvanî kirina wan li îslamîxwazane li Îranê, veguhestina Ayetullah Xumêynî bû ji bo Firansa yê ku bû sebeb ew bikeve di navenda ragihandina cîhanî ku me encama vê veguhestinê dît. Têkçûna Sovyetê di dema desthilatdariya Gorbaçof î bi dawî hatina dewreyekê bû li dîroka cîhanê. Ev bi dawî hatine bû sebeb ku Rojava nêrîna xwe kom bike li ser asewarên şerê sar, Çîn, welatên biloka Rojhilat û Qefqaz, welatên Amerîka ya Latîn, dîktatorên Rojhilata Navîn û Komara Îslamiya Îranê ku niha di serê dijberên Dewletên Yekgirtî da ye. Modernîte bi alîkariya çeka hûr a rexnegirtinê rûbirûyî radîkalîstan bû. Bîr kirin, guman kirin bi baweriyan, û rexne kirin bi rewşa heyî, xelata modernîtê bû ji bo mirovê nûjen. Li aliyekî din têkiliyên berfireh di asta cîhanî de ku di bin sîbera alavên ragihandinê giştî, înternet û torên civakî ên mecazî hatibûn bidest anîn, cih ji bo xurafetiyê, tundrewiyê û binyatgeriyê tengtir kir. Hemû eve di mercekê de ne ku piştî bi dawî hatina şerê sar, bala civaka cîhanî û Rojava yê kete ser desthilatên navçeyî û kom û bîr û bawerên ku dişiyan di pêşeroje de problemên mezin bêxine li ser aştiya cîhanî. Rojava bi dorê bi dû peyda kirina çareyên piraktîkî bû ji bo çareser kirina wan xeterane. Yekem pêngav ji bo avakirina herêmeke ewle, Rojava yê bala xwe da ser welatên bi şûndemayî yên komonîstî li Ewrûpa ya Rojhilat û Qefqazê. Binyata van welatane di dema çend salan de bi şorişên nerm an jî şorişên rengî hatin guhertin. Li Sirbistanê karên leşkirî pêkanîn ku encama vê dûrkirina Mîlosovîç û nijadperestên Sirb bû li desthilatê. Duyem pêngav, Rojhilata Navîn bû bi hinceta berjevendiyên neftî (petrol) û hem jî wek cîwarê terorîzmê hatibû nasîn, ji bo Rojava û berjivendiyên wan û hem jî, xeterek dê fakto bû ji bona aştiya cîhanî. Ji ber wî hindê, Rojava bala xwe da li ser vî navçeyê di pêngava duyemîn da. Pejirandina a plana rê, bizavên dîplomasî li Erebistan û Îmaratê, operasyona leşkirî li Efxanistan û Iraqê (ji ber xetera dê fakto li karên yekemîn ên Rojava bû). Embargo dijî komara îslamî û Sûriyê û piştîvanî kirin li bizavên gelî yên li Tûnis, Misir û Lîbiya yê, hinek ji hewlên Rojava yê bûn ku ji bo guhertina binyata Rojhilata Navîn hatibûn pêkanîn yan jî hatibûn piştîvanî kirin. Ev kiryarên Rojava alîgir û dijkarê wan hene, bêşik kesên ku berjivendiyên xwe di nava wan kiryarane da di xeterê dibînin, yan jî êdî neşên desthilatê tam bigirine destê xwe, ji van guhertinan piştîvaniyê nakin, ev stratêjiya Rojava yê û di serî de jî Dewletên Yekgirtî yên Amerîka yê, têkel bûn li karên navxwe yên welatê xwe dizanin, yan jî bi van hincetane, basa dijminatiya Rojava di gel îslamê dikin. Dema Rûsya yê misilmanên Çeçinê qir kirin, ew bêdeng man ji ber ku ew kiryare ne dijî berjivendiyên wan de bû, dema ku misilmanên Bosnî û Kosovo yê bi piştîvaniya Amerîka yê gihîştin asayiş û serbixwetiyê, dijberî van kiryarane derketin. ji bilî van gotinên serî, eger mirov bi dîrokê binêre bêtevecuhîyê dibîne ku pêşî negirtin li dîktatoran, encamên giran hebûne ji bo cîhanê. Şerê cîhanî yê duyem mînakek aşkiraye ku pêvîstî bi kiryarên pêşî lêgir hebû. Di dawiye da piştî tehemula mesrefên bêhejmara mirovî, bi têkilî û kiryarek cîhanî bi ser hat. Bêşik cîhan naxwaze ezmûna ku hêj çend dehsalek li ser derbaz nebûye dubare tecrube bike. Stratêjiya Rojava piştî rizgar bûn li şerê sar pêşîlêgirtin û nehêlana ew xeterên nêzîke ku di asteke berfireh gefê dixe li ser cîhan û berjivendiyên welatên demokratîk. Her çend naçaren hemû hevalbendên Rojava piştîvanê demokrasiyê nînin (wek mînak Erebistana Siûdî), lê ew welatene çi xeterek ji bo cîranên xwe çinînin û gelektir pêwîstî bi demê hene ku bigîjne welatên demokratîk ên cîhanê. Di aliyeke din, bi derbaz bûna her qonaxekê, cih ji bo dîktatorên mayî tengtir dibe lewre hevalbendên wan kêmtir û kêmtir dibin û ewe dibe sebeb ku dengek zeîf bin ku dê dawiya wan bê. Wekî diyar, pêngava dî ya Amerîka yê li Rojhilata Navîn, Sûriye, Hizbullaha Lubnanê och di dawiye da Îran e. Eve dê bibîte dawiyek li kiryarên berfireh ku dê li Rojhilata Navîn bên encam dan ku dê binyata desthilatê dê li vî navçê li cîhanê serûbin bike. Kêmîneyên netewî û olî dê di avakirina Rojhilata Navîna nû da rolek bingehîn bileyîzin. Lê bêşik kiryarên rojava di rojhilata navîn da ne ji bo wan û ne jî gelên navçê kêm buha nebûye, ziyanên leşkirî û yên sivîl û gelên navçê gelek bûn û gelek in, lê xala girîng ev e ku amara ziyanan di heyamê şer da gelek kêmtire ji ya heyama piştî şer. Ev e nîşan dide ku komên tundrev û partiyên radîkal sebebkarê elsî ne di bilind bûna ziyanên mirovî di navçê da, ne hikûmetên dîktator. Bi nihêrîna li ser vê pirsê û nêrîneke kurt liser dîroka ew partiyane, em têdigehin ku ev komene pitirî endamên xwe di nava kesên bê xwendewarî hildibijêrin û ewa na bikar tînin ji bo propaganda ya têkel kirin û zêderotiyê, şerê di nabera dewleta navendî û Talibanan û Elqaîdeyê li Efxanistanê û şerên netewetiyê û olî li Kerkûk, Mûsil, Bexdad û her wekî dî li Iraq bi başî nifûza radîkalîsmê di navçê da nîşan didin. Ev e bûyereke ku li Îranê piştî derbaz bûn li hikûmeta îslamî îhtimala rûdana wê ji rastiyê dûr nîne, bi taybetî ku nifûsê Îranê pêk hatiye ji netewe û olên cur bi cur. Lê ji bo pêşîlêgirtin û nizimkirina ziyanên mirovî û hem jî ji bo pêşîlêgirina li sûistifadeya radîkalîstên îslamî û komên tundrewên neteweyan divê çi bêt kirin? Her wekî hate gotin asta zaniyariya civakî û giştî kilîla vê basê ye û ifratiyan jî, li vê pirsê baş agahin û behrê ji wê dibin. Girûp û partiyên siyasî, eger çi di bilindkirina asta zaniyariyên giştî da bê beş nebûne û nînin lê li vê bara taybet da margînale bûyîne, lewre radîkalîsm beşeke di binyata bîr û îdêolojiya van partiyan e. Partiyên siyasî sembola daxwazên komek taybet yan jî neteweyekê ne û sorbûn li ser wan xwastekan di mayîna wan da alîkare. Wekî ku Marks pê bawere radîkalîsm û pêdanandin liser armancan, dibîte sebebê jêhez kirina gelektir ya partiyekê di nava alîgirên vî partiyê da, ji ber vê jî, nermiyeke gelek ji wan partiyane nayê dîtin û di vî rewşê da ye ku rol û resaleta nifşê rewşenbîr, rêxistin û instîtûyên çandî û bi giştî civaka sivîl pirr rengtir û girantir dibe. Rewşenbîrî û bilindkirina asta zaniyariyên giştî, yek ji armanc û binêşeyên her rêxistineke çandî tê hejmartin, eger çi meylên neteweyî û olî bandor hebûye û hene ka gotarên navxweyî van grûpane ber bi ku ve dê biçin lê dewrûberê van rêxistinan bi şiklekî tê kontrolkirin û hemaheng kirin ku hêza gel bo aliyekî dûr li ifratîgeriyê û tundûtîjiyê ve biçe. Prînsîpa rêxistinên sivîl dûr li armancên ideal û macerayî bi qazanca grûpek taybet dixebitin û ji ber vê hindê jî ewan nermatiyek mezintir hene, û ji bo pêşîlêgirtin lihevçûnên netewî û şiddeta firqeyî ku ihtimala rûdanên wan hene, divê girîngiyeke pitir bê dan ji bo rêxistinên civakî, lewre mezin bûna civaka sivîl berabere digel bilind bûna asta zaniyarî û bîr û bawerên giştî ku di dawiyê da encama wê kêmbûna şiddet û ifratîgeriyê ye di civakê da. Nêrîna li ser terkîba olî û netewetiya Îranê, hinek navçe hene ku di dema lawaz bûna desthilata polîsî ya navendî dikarin tûşî lihevçûnan bibin. Sîstan û belûçistan, Azerbaycan û Kurdistan ji van navçeyane tên hejmartin. Wek nimûne, herêmên gola Urmiyê ku di demek dirêj da bûye meydana lihevçûnên olî (di nevbera misilmanan û feleyan da) û lihevçûnên netewayetî (di navbera Kurdan û Azeriyan da) û grûpên tundrew hêşta jî ji bo zêdebûna şiddetê propaganda yê dikin. Wek tê zanîn, cihê ku diyalog nemîne çek dibe meydandar, lihevçûnên netewayetiya navçeyî û şiddeta firqeyî, bêşik ji bilî ziyanên berfirehên mirovî çi qazancek bo xelkê nînin. Li gor vê mentiqê û rewşa taybet ya vê demê û nêrîna proseya bileza guhertinan ya rojhilata navîn, komek ji rewşenbîr û çalakên siyasî û sivîlên Kurd ji bo bicihanîna deynê xwe ji bo mirovahiyê û netewa xwe û kêm kirina derdê gelê xwe ku bi salane tûşî vî gelî bûye, biryar girtine ku bi şêweyeke sîstematîk û plankirî ji bo kêm kirina bandora ifratiyan û grûpên tundrewa aliyên cihê werin meydanê û bi avakirina pêwendiyan di navbera çînên cihê yên civakê, bixebitin ji bo rewşenbîrî û agahdar kirina xelkê xwe. Encama wê daxwazê di dawiyê da wek Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê (www.capk.eu) hat avakirin. 

No comments: