Wednesday, April 6, 2011

Program û pêrewa hundirîn a Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê (CAPK)


Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê CAPK

Pirogram û Distûr

7.12.2008





Destpêk



Guhertinên bilez di rewşa siyasî û civakî ya Rojhilata Navîn de, Kurdistan û Netewa Kurd bi qonaxek herî hestiyar ya dîroka hevçerx a xwe re rûbirû kirine. Şoreşa mediya û alav û amêrên pêwendiyan, xurtbûna tevgerên tundajo, derfetên îhtimalî û tehlîkeyên li ser rêya gelê Kurd, pêwîstiya damezirandina sazî an dezgehek ku ji bo aştî û lihevhatinê li Kurdistan, bi taybet li deverên ku bi lêgerên ciddî re rûbirû ne tîne rojevê.



Civaka Aştî û Pêşveçûnê (CAPK), hevbendiyek civakî, kultûrî û siyasî ye ku bi mebesta vejandina çanda neteweyî, pêşvebirina kultûra demokrasiyê u avakirina bingehek tena ji bo bi hev re jiyana hizr, gel u komelgehan hatiye damezirandin.



Amanca Civaka Aştî û Pêşveçûnê (CAPK)ê, hevahengîkirin, piştgirî û pêşvebirina xebata sazî, dezgeh û navendên çandî, kultûrî û medenî ye ku digel pîvanên di çarçoveya programa Civakê de tên, hev digrin.

Civaka Aştî û Pêşveçûnê (CAPK), komeleyek serbixwe ye ku di karê xwe de kerameta mirov, mafê takekes, azadî û pîvanên mafê mirovan ji xwe re bingeh digre.



Civaka Aştî û Pêşveçûnê (CAPK) azadiya civakê di azadiya tak û azadiya tak di azadiya civakê de dibîne. Lewma li ser wê baweriyê ye ku guhertin ji malê re dest pê dike.



CAPK ji bo civakek tena û ewle ya dûr ji tirs û çekên komkujiyê û jîngehek kêrî jiyanê bê dixebite.



Program û pilana xebatê



Civaka Aştî û Pêşveçûnê (CAPK) ji bo avakirin, pêşvebirin û vegeşandina civaka Kurdistanê hatiye damezirandin û ewan xalên jêrîn weke amanc dide pêş xwe:



Vegeşandin û xurtkirina kultûrek berz a Kurdistanî bi riya pêşvebirina çand, edebiyat, kultûr û hemû warên nasnameya neteweyî li Rojhelatê Kurdistanê

Pêşvebirina çanda diyalog û tehemula siyasî, û civakî, û bi wê riyê re, xurtkirin û pêşvebirina kultûra demokrasiyê li Kurdistanê

Danasîn û pêşxistina pîvanên mirovatiyê û mafê mirovan ji bo bihêzkirina bingeha parastina aştî û bi hev re jiyana aştiyane di navbera gelan, civakan, sazî û dezgehên siyasî, civakî û kultûrî de

Xwedîderketin ji hemû nirxên dîrokî, kultûrî, siyasî, civakî û neteweyî yên Kurdistanê û bihêzkirin, parastin û pêşvebirina wan nirxan

Rêzgirtin ji azadî û kerameta tak re, û têkoşîn ji bo civakek pirreng (ploral) a dûr ji duçavkî (tebyîz), tirs û bêedaletiyê

Giranîdan bi têkoşîna ji bo rakirina bê edaletî û neheqiyên li Kurdistana bindest derheqa jinan tên kirin. Ji bo wê mebestê, têkoşîna çalak li dijî diyardeyên şaş ên weke bi zor dane mêr a jinê, û zevtkirina mafê jinê li biryardana bi ser qedera xwe

Alîkariya Kurdistaniyên li derveyî welat dijîn ji bo xwe guncandin digel civakên ku tê de dijîn. Ji bo ku ciwan rêya xwendin û xwepêgehandinê hilbijêrin, CAPK dê alîkariya pêwîst bike.

Xurtkirina destpêşxeriyên civakî ji bo nehêlana diyardeya hovane ya xweşewitandina jinan



Şêweyên kar

Civaka Aştî û Pêşveçûnê (CAPK) di xebata xwe de rêbaza sivîl û aştiyane digre pêş

Xebata Civaka Aştî û Pêşveçûnê (CAPK)ê dê hemû warên jiyanê hembêz bike û li ser hêlên bi rêkxistinkirin, agahdarîdan, hevkarî, lobî û çalakiyên cihêreng bê meşandin

Civaka Aştî û Pêşveçûnê (CAPK) di xebata xwe de hem li hember siyaseta dijî Kurd de disekine, û hem kêmasiyên nava civaka Kurdistanê eşkere dike û ji bo sererastkirina wan dixebite

CAPK di karê xwe de biryara giştî û pîvanên demokratîk ên birêveberiyê bi bingeh digre.

CAPK xebat bike ji bo hevbendî û pêkanîna alîkarî di navbera saziyên Kurdistanî û saziyên navnetewî



CAPK zanyariyan li ser rewşa mafê mirov li Kurdistanê diweşîne



Pêrewa hundirîn a Civaka Aştî û Pêşveçûnê (CAPK)ê



Nasnameya Civatê



§1 Nav



Civaka Aştî û Pêşveçûnê (CAPK)



§2 Pênase



Civaka Aştî û Pêşveçûnê (CAPK), sazîyek serbixwe ya civakî û sekûler e ku li Rojhilata Kurdistanê ji bo cîbicîkirina kar û erkên ku di wê programê de hatine destnîşankirin xebat dike.





§3 Endametî



Hemû Kurd, an Kurdistaniyên xelkê Rojhilata Kurdistanê dikarin bibin endamê Civakê bi vî mercî ku:



Bi nivîskî û rasterast daxwaza endambûnê bike û forma endambûnê tejî bike

Jiyê wî/wê ji 15 salan kêmtir nebe

Bername û pêrewa hundirîn ya Civakê bipejirîne

Ji alîyê organa pêwendîdar ya civakê ve bê naskirin

Tawana cinayî (xêncî ji tometên desthilatdarên dagirker) li ser nebe



§4 Erkên Endamê Civakê



Ji bo pêşvebirina amancên Civakê kar bike

Erkên ji alîyê sazîyê ve jê re hatî dîyarkirin, birêv bibe

Perê endambûna xwe di Civakê de bide



Têbînî;

Dema endam erkên xwe birêve nebe, bi dengê 2/3 endamên rêvebiriyê dikare ji endametiya Civakê bê derxistin.



§5 Mafên Endamê/a Civakê



Hemû endamên civakê li gor qanona bingehîn ya saziyê mafên wekhev hene

Hemû endam dikarin ji bo birêveberî û dezgehên bilind ên saziyê hilbijêre û bê helbijartin.



Têbînî;

Endamên ku jiyê wan 18 salî an ber bi jor be, dikarin di nav sazîyê de dengê xwe bide û deng wergire.



Pêkhat û Organên Rêveberîya Civatê





§6 Kongire



Organa herî bilind a civakê ye, ku her 3 sal carekê, li gor pîvanên ku bi xwe di kongireyên pêşîn de diyar dike, pêk tê.



Kongirê, desthilat heye program û siyasetên civakê biguhere, ji nûve diyar bike an civakê hilweşîne.



Kongire, serok, cîgirê serok û sekretêrê CAPKê û endam û cîgirên Komîta Rêvebir û çavedêrên malî hildibijêre, û erk û çarçova desthilata wan dîyarî dike.



Kongire, lêkolînê li ser kar û xebatên civakê di navbera 2 Kongireyan de dike, û program û sîyasetên nû dadirêje.



§7 Komîteya rêveber



Komîteya rêveber di navbera 2 Kongireyan de, bilindtirîn organa Civakê ye ku kar û siyasetên saziyê birêve dibe.



Komîteya rêveber ji 9 endam û 3 cîgiran pêk tê, her weha dikare heya 5 şêwirmendan ji bo xwe hilbijêre.



Komîteya rêveber bi awayekî sîstematîk civînên xwe pêk tîne û serperistiya kar û çalakiyên saziyê dike.



§ 8. Ekonomiya CAPKê





Bingehên dahatên CAPKê :

a. Heqê endametiye

b. Dahat li ser xebat û çalakiyen CAPKê

c. Yarmetiya dost û alîgiran

d. Diyarî û bexşin (Donations)

No comments: