Wednesday, April 6, 2011

Diyarkirina çavdêrê taybet bi pirsa mafê mirovan li Îranê: Serkevtina goriyên mafê mirovan

Diyarkirina çavdêrê taybet bi pirsa mafê mirovan li Îranê
Serkevtina goriyên mafê mirovan 

Azad Kurdî
Konseya Mafê Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekgirtî ku buroya wê li Jenevê ye, bo cara yekemîn ji dema avabûna xwe di sala 2006an de, biryar stand ku Reporter (Komîserek) taybet bo mafê mirovan li Îranê bike. Biryar e ew reporter çavdêriya rewşa mafê mirovan li Îranê bike û di wê derbarê de rapor û lêkolînan amade bike û pêşkêşî konseyê bike. Biryar li ser pêşniyara dewletên Amerîka û Swêdê hatiye dayin. Di Daxuyaniya Konseya Mafê Mirovan de zêdebûna cezayên darvekirinê û serkutkirina nerazî û dijberan ji aliyê dewletê ve hatiye rexnekirin.

Yek ji giringiyên vê gava Konseya Mafê Mirovan a NY ew e, dikare bibe destpêkek nû û xurt ji bo ku Komara Îslamî ya Îranê ku nekare bi hêsanî biryarnameyên navnateweyî yên derbarê mafê mirovan binpê bike. Ji ber ku taybetmendiyeke sê deh salên desthilatdariya Komara Îslamî li ser civaka Îranê, binpêkirina hemû biryarnameyên NY ên derbarê mafê mirovan e û balnedana Komara Îsalmî bi biryarnameyên şermezarkirina wê hikûmeta dîktator e.. Di 30 salên borî de me dît kom û komeleyên parêzerên mafê mirovan di cîhanê de di gelek qonaxên cuda de, kiryarên sîstematîk yên binpêkirina mafê mirovan ji aliyê Komara Îslamî şermezar kirine, lê bi sedema nebûna viyan û hevahendiyên navdewletî û herwiha nebûna mekanîzmên bi kiryar ji bo cîbicînebûna wan biryaran, tu demekê dı pratZîkê denekarîn zext û givaşên cidî bînin ser rayedarên vê rejîma dîktator ku di warê binpêkirina mafê mirovan de bi nav û deng e. Ji ber ku biryarname û gavên cidî yên kom û komeleyên mafê mirovan dikarin bandorên bikin ser kiryarên desthilatdarên Komara Îslamî û yên din. Bi taybet di warê dîplomasiyê de. Ger niha şûnde li ser binpêkirina mafê mirovan li Îranê me di peywendiyên siyasî yên welatên cîhanê de ligel Komara Îslamî guhertin dîtin, wê demê dê giringiya diyarkirina komîserek taybet bo pirsa mafê mirovan li Îranê ji me re derkeve holê.

Lê mixabin di çend salên borî de, pirsa etomî ya Îranê hemû rojeva siyasî bi xwe ve mijûl kiribû û pirsek giring wek binpêkirina mafê mirovan ji rojevê derketibû û bi kêmî bala welatên demokratîk û saziıyên parêzerên mafê mirovan ber bi aliyê xwe dikşand.

Di vê qonaxa nû ya siyasî de ku di Rojhilata Navîn û Başûrê Afrîqayê de pêk hatiye û bala hemû cîhanê ber bi aliyê xwe kişandiye, tevgera demokrasîxwazî û mafxwaziyê dawî li desthilatdariya gemar a çend sîstemên dîktator anî, dewletên cîhanê aniye ser vê baweriyê ku li hemberî proseya binpêkirina sîstematîk a mafê mirovan di welatên cîhana sêyem de ku zêde hikûmetên dîktator serdest in, berpirsyarane tevbigerin. Pêla tevgera demokrasîxwaziyê li Îranê jî pir xurttir bûye. Lewra diyarkirina Reporterek taybet bo mafê mirovan li Îranê dikare gavek bicîh be bo pirsa sîstematîk a mafê mirovan ji aliyê Komara Îslamî û bi taybet Rojhilatê Kurdistanê.

No comments: