Friday, April 8, 2011

Sê Kurd li girtîgeha bajarê Urmiyê hatin darvekirin

Dengê Azad- CAPK: Li girtîgeha bajarê Urmiyê, 3 welatiyên Kurd hatin darvekirin. CAPK radigehîn, dibe jimara Kurdên darvekirî li Urmiyê zêdetir be.

Li gor agahiyên malpera Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê (capk.eu), roja pêncşem 7ê Nîsana 2011an, serê sibê dîsan 3 welatiyên Kurd ên bajarê Urmiyê bi navên Mesud Qwîpence 40 salî, û Xalid Îsmaîlî 33 salî, xelkê gundê Qesrîka devera Somayê û Tohîd Mesûmî Gejên xelkê Gejênê, li girtîgeha bajarê Urmiyê bi sucê kirîn û firotina madên bêhişker hatine darvekirin.

Li gor agahiyên ku gihîştine CAPKê, dibe jimara girtiyên darvekirî li girtîgeha Urmiyê gelek zêdetir be, lê heta niha tenê navê 3 kesan gehîştiye destê me.

No comments: