Monday, April 4, 2011

Ji ber beşdarîkirin û lêxistina muzîkê di şahiya Newrozê de ketin ber lêpirsînê

Dengê Azad - Kurdistanmedia- Piştî şahiyên Newrozê li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê, ji ber lêxistina muzîkê di şahiya Newrozê de gelek ciwanên Kurd ketin ber lêpirsînê.

Li bajarê Serdeştê çend ciwanên gundê Sîsêr û Nestanê jî ji aliyê hêzên ewlekariya Komara Îslamî hatin vexwendin. Ji ber beşdarîkirin wan ciwanan di şahiya Newrozê de hatin girtin. Piştî lêpirsîneke berfireh ciwanên van du gundan bi danîna rehîneke zêde hatin azadkirin.

Hêzên ewlekariya Komara Îslamî ji wan re ragihandine ku ew di şahiyên Newroza îsal de di warê muzîkê de çalak bûne.

No comments: